Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin 2022-08-03 19:23:08   ŞIRNEX - Jinên TJA’yî û HDP’î ji bo piştevaniyê serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên MEBYA-DER’ê, hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û gelek jinan ji bo piştevaniyê serdana Bazara Keda Jinê ku ji aliyê Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di bin rêveberiya HDP’ê de ye ve hatiye avakirin, kirin. Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan û jinên li bazarê dixebitin jin pêşwazî kirin. Dû re jinan, li bazarê geriyan bi xebatkaran re sohbet kirin. Bernameya serdanê bi xwarina li bazarê bi hev re xwarin bi dawî bû.