Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk 2022-08-21 11:26:32   ENQERE - Jinên siyasetmedar destnîşan kirin ku neberdana Aysel Tûglûk “sûcê mirovahiyê” ye û ev bang kirin: “Em qêrîna Aysel Tûglûkê ne û em bangê li hemû jinan dikin ku bi peywira dîrokî xwe tev li vê qêrînê bikin.   Aysel Tûglûk ku ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'an a Kandira Kocaeliyê tê ragirtin, tevî ku nexweşiya wê ya demansê pêş ketiye jî nayê berdan. Saziya Tiba Edlî (ATK) derbarê Tûglûkê de sê caran rapora “dikare di girtigehê de bimîne” amade kir. Piştî ku rewşa wê di raya giştî de bû rojev, di Doza Kobanê de derbarê Tûglûkê de biryara berdanê hate dayîn lê ji ber ku Tûglûk di dosyeyeke din de hikûm xwariye nehate berdan. Tûglûk hê jî di girtîgehê de ye û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana ji bo berdan û taloqkirina cezayê wê jî red kiribû.   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren destnîşan kirin ku divê Tûglûk a di têkoşîna azadiya jinê de navekî girîng e, were berdan û diyar kirin ku raporên ATK’ê bi temamî siyasî ne.    LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Erdem, destnîşan kir ku biryarên ku AYM didin ji mafê mirovan, hiqûq û edaletê dûr in û wiha got: “Dema bê bîra mirov, Çevîk Bîr ê ji heman nexweşiyê hatiye berdan di holê de ye, tu bingeha vê biryara Tûglûk a aqilane û wijdanî nîn e. Di girtina Tûglûk de ji pêvajoya hiqûqî bêhtir rewşa siyasî diyarker e. Hemû bêhiqûqiya di girtîgehan de tê meşandin di şexsê Aysel Tûglûk de şênber dibe.”   ‘BIRYARÊN ATK’Ê SIYASÎ NE’   Erdem, diyar kir ku desthilat kesên ku di ATK’ê de dixebitin diyar dike û wan peywirdar dike. Erdem anî ziman ku biryarên ATK dide jî ji ber vê yekê siyasî ne û wiha berdewam kir: “Tevî hekîmên pispor û saziyên derbarê Tûglûk de raporên nexweşiya demansê didin, biryara ATK’ê ya derbarê Tûglûk de daye nayê qebûlkirin. Parêzerên Tûglûk diyar kirin ku ew nizane ji ber kîjan sedemê li girtîgehê tê girtin û carnan Tûglûk parêzerên xwe jî nas nake.”    Erdem, anî ziman ku ew ê ji bo azadiya Tûglûk têbikoşin û ew bi kampanyayên îmzeyan, daxuyaniyan û li ser medyaya dijital dê tev li pêvajoyê bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biryarên ku derbarê Tûglûk de hatine dayîn em ê li welat û qada navnetewî bi her derfeta ku dibînin de dê tim û tim bînin ziman. Heya ku em vê bêhiqûqiyê dawî nekin em nikarin gavekî jî pêş bikevin.”    ‘EM QÊRÎNA AYSEL TÛGLÛKÊ NE’   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren biryarên ATK’ê weke “sûcê mirovahiyê” pênase kirin û ev tişt gotin: “Desthilata mêr, dadgeriya mêr  jina kurd û siyasetmedar Aysel Tûglûk tevî ku nexweşiya wê ya Demansê pêş ketiye jî, mehkûm kir. Tiştên ku li Aysel Tûglûk hatine kirin, polîtîkayên tûnekirin û tundiya li dijî tevgera kurdan in. Di bingeha faşîzmê de dijbertiya jinê her tim heye û ev yek di faşîzma AKP’ê û MHP’ê de carekî din xwe daye der.    Tûglûk îradeya jinan e. Demeke dirêj e gelek jin di kampanyaya ‘Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûkê 1000 Jin’ de li qadan in û li dijî her cure êriş, binçavkirin û îşkenceyan têdikoşin. Li her qad, kolan û bajaran em bangên xwe radigihînin. Têkoşîna me heya ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş tên berdan ê berdewam bike.  Em wek jin qêrîna Aysel Tûglûkê ne û em bang li hemû jinan dikin ku bila bi peywireke dîrokî tev li vê qêrînê bibin. Tekoşîna li dijî faşîzmê, tê wateya sekinîna li dijî sûcên mirovahiyê û binpêkirina mafan.”