Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye 2022-09-04 17:04:05   AMED - Hate îdiakirin ku li Amedê jineke ciwan a 20 salî, piştî ji hevala xwe re peyam şandiye întîhar kiriye.    Hate îdîakirin ku xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Tenduristiya Diranan a Fakulteya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê Hîlal Yoldaş (20) li mala xwe ya li navçeya Rezanê întîhar kiriye. Li gorî îdiayê Yoldaş a di şeva înê de hevaleke xwe ya jin geriyaye û jê re gotiye wê întîhar bike. Li ser agahdarkirina hevala wê polîs çûn mala Yoldaş û pirsîn ku li malê ye an na.    Ferdên malbatê ku çûn odeya jina ciwan, dîtin ku Yoldaş ne li odeya xwe ye. Li ser lêgerînê Yoldaş bi awayekî birîndarbûyî li baxçeyê avahiyê hate dîtin. Yoldaş a bi ambûlansa hate cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, tevî hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest da.    Piştî kirariyên otopsiye Yoldaş li Goristana Yenîkoyê hate veşartin. Hate hînbûn ku têkildarî mirina Yoldaş lêpirsîn hatiye destpêkirin.