Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman 2022-09-06 13:14:23   AMED - Emel Hacioglû ya girtiya edlî ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Hate diyarkirin ku girtiya bi navê Emel Hacioglû ya li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, jiyana xwe ji dest daye. Hate diyar kirin ku Hacioglû beriya 5 salan hatiye girtin û  ji ber hişbirê 18 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn. Agahiya mirina Hacioglû, ji aliyê bijîşkên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ve hate ragihandin.    Xwişka Hacioglû, Evîn Olgûn diyar kir ku hefteya borî hevalên xwişka wê yên qawişê li wan geriyane, gotine ku xwişka krîza astimê derbaskiriye, rakirine nexweşxaneyê û wiha got: “Bijîşkên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê îro li me geriyan û gotin xwişka min jiyana xwe ji dest daye.”   Hate diyarkirin ku Hacioglû beriya 2 salan ji Girtîgeha Mêrdînê anîna Girtîgeha Jinan a Amedê.