Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye! 2022-09-06 16:11:58   SEMSÛR - Girtina parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi daxuyanî û çalakiyan li Semsûr û Stenbolê hate şermezarkirin û daxwaza berdana wê hate kirin.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê têkildarî girtina Parlamentera HDP’î ya Amedê Semra Guzel daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku li pêşiya avahiya partiyê hatiye kirin de gelek endamên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Semra Guzel wekîla gel, îradeya jinan e” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Semsûrê Bekîr Gunduz anî ziman ku rakirina parêzbendiya Guzel a bi lezûbez perçeyeke polîtîkayên înkarkirina pirsgirêka kurd a ji avabûna Tirkiyeyê heya niha ye.   ‘BIRYARA GIRTINÊ FERMANA SOYLÛ YE’   Gunduz destnîşan kir ku fermana girtina Guzelê rasterast Soylû daye û ev tişt gotin: “ Bi senaryoya lîstika di serî de Wezîrê Karên Navxweyî Soylû û desthilata AKP’ê û MHP’ê nivîsandiye pêşî parêzbendiya Guzel hatiye rakirin, pişt re çend roj berê Guzel hate binçavkirin. Yên ku dibêjin dê bi van operasyonan îradeya gelê kurd û hevalên wan bişkê, dibînin ku ew şaş bûne lê bi aqil nebûn. Wekîla me Guzel li dijî vê lîstika qirêj kevneşopiya sernetewandinê mîna  gelê ku temsîl dike û îradebûna jinên Tirkiyeyê yên ku serî natewînin wekî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Balûken nîşan daye. Gunduz anî ziman ku serdanên însanî yên Guzelê kirine bi awayekî dijhiqûqî li pêşiya cemaweriyê wek sûc tên nîşandan û daxwaza berdana wekîla xwe carekî din anîn ziman.”    Daxûyanî bi dirûşmên “Semra Guzel îradeya me ye” û “Zext dê me neçewisînin” bi dawî bû.    STENBOL   Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) girtina Guzelê li Qada Bagcilar bi çalakiyê hate şermezarkirin. Malbatên Nobeta Edaletê digirin, Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Dîdem Nûr Acabey, Meclisa Jinan a HDP’ê, Komeleya Dema Jinê, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr û gelek endamên partiyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya qadê de pankarta “Hûn nikarin serî li jinên kurd bidin tewandin” hate vekirin û dirûşmên “Semra Guzel rûmeta me ye”, “Semra Guzel îradeya me ye”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zîndanan” hatin berzkirin.      SERÎ NADIN TEWANDIN   Endama TJA’yê Tugba Ûlûg destnîşan kir ew rêhevalên Guzelê ne û got: “Dema ku dewleta mêr dikeve tengasiyeke polîtîk di serî de êrişî jinan dike. Me vê yekê di sepanên li ser Ayşe Gokkan, Leyla Guven û hezaran jinên ku têkoşîna jinê dimeşîne de dît. Me ne duh ne jî îro serî netewand. Bila dewleta mêr bizanibe ku em ê sibê jî serî netewînin. Em ê hewldanên we yên ku jinên kurd biçûk dixe jî, zextên we jî vala derbixin.” Ûlûg, bi silav şandina hemû jinên girtî re wiha got: “Hûn ne bi tenê ne, em ne bi tenê ne.”   Jin ji qada çalakiyê bi lêdana çepikan û tîlîliyan dûr ketin.