Çalakiyên li Îranê berdewam in: Jinan pora xwe jê kirin 2022-09-18 15:08:27   ENQERE - Piştî qetilkirina Mahsa Amînî ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. Çalakî her ku diçe mezintir dibin. Jinan bi dirûşma “Heke por nebe, guneh jî nîne” pora xwe jê kirin.    Jina kurd a ciwan Mahsa Amînî dema li Tehranê diçû serdana malbata xwe, bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û îşkencekirin. Ji ber derbên li serê wê hatine xistin, Amînî kete komayê û 3 roj piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Amînî, li gelek bajarên Îranê jin daketin kolanan û xwestin ku kujerên Amînî bên dîtin. Amînî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat definkirin û polîsan jî êrişî girseyê kir. Polîsan li gel ava şid û bombeyên xazê her wiha guleyên rastî jî berdan çalakvanan.    ZÊDETIRÎ 10 KES HATIN BIRÎNDARKIRIN   Lêkolînvan Hassan Radî Al-Ahwaz ku li Îranê bûyerên civakî lêkolîn dike derheqê mijarê de bi Al Hurra'yê re axivî û da zanîn ku bûyerên li bajarê Seqiz dest pê kirin, li seranserî Îranê berbelav bûne û veguherîne çalakiyên li dijî hikûmetê. Li gorî agahiyan, di çalakiyan de herî kêm 2 kes bi guleyên rast hatin birîndarkirin û rewşa wan giran e. Al-Ahwaz, diyar kir ku 15 kesên bi giranî birîndar bûyîn jî niha li nexweşxaneyan tên dermankirin.    Rêxistina mafên mirovan a Hengawê jî dîmenekî piştî merasîma cenazeyê parve kir û piştrast kir ku di encama êrişa hêzên Îranê de herî kêm 13 kes bi guleyên rast birîndar bûne.    JINAN PORA XWE JÊ KIRIN   Hêzên muxalîf ên Îranê jî kampanya dan destpêkirin polîsên exlaqê bên rakirin lê jinên îranî piştgirî nedan vê kampanyayê. Jinan, destnîşan kir ku bi vê kampanyayê tê daxwazkirin ku hêrsa gel a li dijî rejîmê dakeve û bang li hemû jinan kirin ku beşdarî çalakiya “Heke por nebe, guneh jî nîne” bibin. Jinan pora xwe jê kirin. Gelek jinên îranî yên navdar jî derketin pêşberî kamerayan, laçikên xwe derxistin û meydan ji hikûmeta Îranê xwendin.    LI SER MEDYAYA CIVAKÎ ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ   Ji bo protestokirina cînayeta Amînî li ser Twîtterê zêdetirî 600 hezar tweet hatin parvekirin. Ji Kian Sharifi heta Masih Alinejad, gelek aktîvîst, rojnameger, sporvan û rewşenbîran û aktîvîstên ji rojhilat piştgirî dan kampanyayê. Cîgirê Serokkomarê Îranê yê Berê Alî Abtahî jî li ser Twîtterê got; “Îdiaya ku Amînî ji hêla polîsên exlaqê ve hatiye kuştin jî dê bike ku gelek nifşên Îranê ji ol û hînbûnên olî nefret bikin.”    Lîstikvanê futbolê yê navdar ê îranî û kaptanê Tîma Neteweyî yê berê Alî Daeî jî li ser rûpela xwe ya Înstagramê wêneyê Amînî parve kir û got: “Amînî çi kir? Keça min dipirse bê ka Amînî çi kiriye. Ma ez ê çi bersivê bidim keça xwe?” Her wiha şêwirmendê ewlekariyê yê Serokê DYA’yê Joe Biden, Jake Sullîvan jî têkildarî qetilkirina Amînî fikarên xwe anîn ziman û wiha got: “Mirina Amînî dê neyê efûkirin. Em ê Îranê van binpêkirinên mafên mirovan berpirsyar bibînin.”    ÎNTERNET HAT QUTKIRIN   Di serî de bajarên Seqiz, Mêrîwan û Sanandajê, rejîma Îranê li gelek bajaran înternet qut kir. Her wiha li ser Twîtterê bi hashtagên wek #KeepitOn #InternetShutdown qutkirina înternetê tê protestokirin.    ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ GREVA GIŞTÎ   PJAK û KODAR’ê duh banga greva giştî kiribû. Hassan Radî Al-Ahwaz di hevpeyvîna xwe ya di Al Hurra'yê de da zanîn ku partiyên kurd ên li herêmê dê ji roja duşemê ve gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin û biryar dane ku çalakiya rûniştinê li dar bixin. Her wiha dê çalakî bidomin. Çalakî îro jî li pêşiya Meclisê berdewam kirin û dê gel sibe jî li heman qadan çalakiyan li dar bixin.    Xwendekarên li pêşiya Zanîngeha Tehranê hatin ba hev dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û ber bi Meclisê ve meş li dar xistin.    MIRINÊN DI BIN ÇAVAN DE   Amînî ne kesa ewil e ku li Îranê di bin çavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dide. Di sala 2012'an de aktîvîsta karker Sattar Beheshti, di sala 2003’yan de nûçegihana wêneyan a Kanada-Îranî Zahra Kazemî û gelek kesên din ên muxalîf dema li Îranê di bin çavan de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.