HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev 2022-09-20 16:05:32   AYDIN - Parlamenterên HDP’ê li Aydinê bi jinan re hatin cem hev û banga rêxistinbûna li dijî her cure zext û tundiyan kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Çareserî em in” li Aydinê bi jinan re hat cemhev. Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Meral Daniş Beştaş jî tev li taştêya bi pêşengtiya Rêxistina HDP’a Aydinê ya li Qada Geştê ya Pinarbaşiya navçeya Efeler a Aydinê hate li dar xistin bûn.    Tevî jinên di 18’ê îlonê de li gundê Arpadereya navçeya Încîrlîovayê rastî êrişê hatibûn, bi dehan jin tev li bernameya taştê bûn. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Meral Daniş Beştaş bi Asya Gulhan û Semra Turkhan re hevdîtin kirin û anîn ziman ku ew ê bibin şopdarên êrişa faşîst.     BANGA RÊXISTINBÛNÊ   Di çalakiyê de Kemalbay axivî û wiha got: “Divê em wek hevrêyên jin li dijî qetlîamên jinan, qetlîama xwezayê û êrişên faşîst li cem hev bin. Em wek jin dilê xwe datînin holê. Di vê têkoşînê de bedela herî giran wek jin em didin. Di şeran de, di qada kedê de, li pêşiya walîtiyan, di sendîka, şaredarî, kargeh û kolanan de, di êrişên nijadperest û neheqiyan de bedela herî giran em wek jin didin. Feraseta mêr keda me tune dihesibîne. Ez dixwazim ji rêhevalên xwe yên Aydinê re van tiştan bibêjim; em bi rêxistin bibin, biçin partiya xwe, biçin saziyên xwe û rêxistin bibin.”   Bernameya taştê bi gotina stran û gerandina govendan bi dawî bû.