‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’ 2022-09-25 16:44:09   ÊLIH - Jinên ku di konferansa TJA’yê de axivîn, diyar kirin ku wê cîhaneke nû bi hev re ava bikin û wiha gotin: “Berxwedana jinê rola pêşeng dilîze. Rêxistinbûyîn parastina herî girîng e.”   4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) bi diruşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê li dar dixe bi axaftinan berdewam dike.    Ji Tora Parastina Jinê Ruya Kûrtûlûş wiha got: “Em dikarin israra jinên kurd a di têkoşîna li dijî zext, tundî û komkujiyê de bibînin. Bi konferansên bi vî rengî re em dikarin hevgirtinê mezin bikin. Cîhan li dora keda jinê digere. Girîng e em xwedî li vê kedê derkevin. Em bi krîzeke pirreng re rû bi rû ne. Pêwîste em têkoşîna li dijî serdestiya mêr mezin bikin. Hêza me heye ku em planên êrîşê yên li dijî jinan bişikînin. Em bi hişmendiya vê yekê li van xakan li ber xwe didin. Em ê cîhana ku em dixwazin bi hev re ava bikin. Em ê li her derê dirûşma Jin jiyan azadî berz bikin.”   ‘BERXWEDANA JINÊ ROLA PÊŞENG DILÎZE’   Aktîvîsta mafên mirovan Fatma Yavûz jî qala girîngiya hevserokatiyê kir û bi lêv kir ku israra Tevgera Jinên Kurd a di hevserokatiyê de girîng e. Ji Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî Nesrîn Askar jî bal kişand ser berxwedana jinên cîhanê û destnîşan kir ku vê berxwedanê roleke pêşengiyê lîstiye.   ‘DIVÊ XWE PARASTINÊ EM BELAV BIKIN’   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalaet Kaya jî êrîşên pergala zilam-serwer a li dijî jinan bi bîr xist û wiha got: “Em wek jinên kurd rastî êrîşên pir rengî û mezin tên. Êrîşên îdeolojîk û psîkolojîk pêk tên. Li bajarên Kurdistanê jin dibin hedefa hêzên paramîlîter. Bi tacîz, tecawiz û kuştinan jin tên hedefgirtin. Ev êrîşa li dijî jîngehên me demeke dirêj e heye. Tevî polîtîkayên şerê taybet jî toreke têkoşînê ava bû. Îro berhemeke konsepta şerê taybet e ku Pınar Gultekîn jî jiyaye. Rewşeke ku di encama koçberiyê de li bajarên mezin bi cih dibe heye. Rêxistinbûn xweparastina me ya herî girîng e. Divê em xweparastinê ji xwe dest pê bikin û li cîhanê belav bikin,. Divê em vê yekê bi xweparastineke ku timî xwe nû dike û xurt dike, bikin. Divê em vê yekê bi naskirina girîngiya hevgirtina di berxwedana jinê de pêk bînin.”   Konferans wê bi danezana encamê ya piştî axaftinan bê ragihandin bi dawî bibe.