Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere 2022-09-26 11:39:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka EFA’yê û endama Partiya Piştevaniyê ya Baskê Lorena Lopez De Lacalle diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bo jinên ewropî bûye hêvî û wiha got: “Êrişên li dijî Rojava berdewam in û ji ber van êrişan jî dibe ku hemû cîhan demên zehmet derbas bike. Ev êriş dê li ser hemû cîhanê xetereyê çêbike.”    Tevgera jinên Azad (TJA), 4’emîn Konferansa Jinan li Êlihê bi tevlibûna gelek jinan li dar xist. Yek ji beşdarên konferansê jî Seroka Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê (EFA) ku ji 43 partiyên siyasî yên Ewropayê pêk tê û endama Partiya Piştevaniyê ya Baskê Lorena Lopez De Lacalle bû. Lorena Lopez, da zanîn ku weke parçeyeke xebatên ji bo mafên jinan û mafên mirovan li Ewropayê dimeşînin beşdarî konferansa TJA’yê bûne.     Lorena Lopez De Lacalle   Lorena Lopez destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ji bo jinên ewropî jî bûye hêvî û Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist.    'GELEK TIŞTÊN KU EM JI ROJAVA HÎN BIBIN HENE’    Bi domdarî Lopez diyar kir ku welatên Ewropî heyrana şoreş û têkoşîna bi pêşengtiya jinan li Rojava pêş dikeve ne û wiha got: “Bo me ya herî girîng ew e ku ji her temen û herêmê jin, ji bo avakirina civakeke nû, xwîşk û biratî, aştî û veguherandina civakê li eniyên herî pêş têdikoşin. Tevî ku li gelek deveran rastî êrişan tên jî, li ser bingeha femînîzmê li ber xwe didin û têdikoşin. Em bi gel û jinên Rojava re ne. Pergala nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewqas xurt e ku dikare li tevahiya Ewropayê bikeve meriyetê. Me ewropiyan digot ku derheqê rêveberî û berxwedanê de her tiştekî dizanin lê wisa nîne û em tiştekî nizanin. Gelek tişt hene ku em ê ji Şoreşa Rojava hîn bibin.”   TALÛKEYÊN KU DÊ ÊRIŞ BI XWE RE BÎNIN   Di berdewamê de Lopez bal kişand ser nêrînên xwe yên derheqê jinên kurd ên pêşengtiyê ji şoreşê re dikin û wiha derbirî: “Me sînevîzyona ku dîroka têkoşîna jinên kurd vedibêje temaşe kir. Me fîlma we temaşe kir û têkoşîna we ya bênavber a 40 salan temaşe kir. Tevî ewqas êrişan jî hêjta daxwaza we ya aştî û azadiyê heye. Lewma em piştgiriyê didin we û dê ev piştgirî bidome jî. Ji ber ku hûn di demên zehmet re derbas dibin. Êrişên li dijî jinan ên li Rojava zêde dibin û bi van êrişan re dibe ku cîhan bi talûkeyên zehmet re rû bi rû bimîne.”    'OCALAN RÊBERÊ GEL E’   Lopez, destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin daxwaza jinên kurd a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara azadiya jinên kurd û Ocalan de em piştgiriyê didin aştî, pêkvejiyan û azadiya Ocalan. Ocalan ev 23 sal in tenê di girtîgehê de nayê girtin, her wiha nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ji her tiştekî bêpar e û di tecrîdê de ye. Ev yek ne tenê li dijî qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de binpêkirina rêgezên mirovî ne. Ew rêberek e, rêberê gelê kurd e û ev demekî dirêj e aştî û pêkvejiyanê diparêze. Rêbereke ku modêla Rojava derxist holê. Lewma em piştgiriyê didin wî û hêvîdarin ku di demekî herî kin de azad bibe.”    'ZÛ YAN JÎ DERENG DÊ AZAD BIBE’   Bi domdarî Lopez, mînaka Serokê Dewletê yê Efrîqeya Başûr ê Berê Nelson Mandella bi bîr xist û wiha pê de çû: “Welatên cuda şahidiya azadiyên bi vî rengî kirin. Mandella azad bû ji ber ku ew rêberê gelê xwe bû û ji bo aştiyê jî diviya azad bûbûya. Zû yan jî dereng, Tirkiye jî dê neçar bimîne ku Ocalan berde. Mecbûr in ku Selahattîn Demîrtaş û her kesên daxwaza aştiyê dikin jî berdin. Ji ber ku tekane daxwaza heyî demokrasî ye. Em ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin.”    'JI ZÛ VE GUHERÎN DEST PÊ KIRIYE’   Lorena Lopez, bi lêv kir ku mêtingerî û kapîtalîzm, têkoşîna gelan asteng dike û ev tişt anî ziman: “Divê ev rewşa li cîhanê nekare pêşî li me bigire. Divê ji bo avakirina civekên baş ên ji bo her kesî, em xebatên xwe berdewam bikin. Em baş pê dizanin ku guherîn hêj ji zû ve dest pê kiriye û dê bidome jî.”   'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN REFERANS GIRTIN’   Anarşîst Ines Morales Bernardos ku ji Yewnanistanê beşdarî konferansê bûbû jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: “Yewnanistan, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd referans digire. Ji bo girtiyên siyasî yên kurd ên li Yewnanistanê û êrişên li dijî Rojava, me dest bi kampanyayên piştevaniyê kir. Em, dilxwaziya kurdan a ji bo têkoşînê ji xwe re referans digirin. Her wiha têkoşîna Ocalan a ji bo azadiyê jî ji hêla gelan ve tê zanîn.”    Ines Morales Bernardos   MA / Arjîn Dîlek Oncel- Eylem Akdag