Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin 2022-09-28 10:38:15   STENBOL - Di pêşengtiya Jin Bi hev re Hêz in de wê ji bo Jîna Mahsa Amînî ya hate qetilkirin dê di 2’yê cotmehê de li navçeya Kadikoyê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin.     Jin Bi hev re Hêz in de wê ji bo Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê bi îşkenceyê hate qetilkirin dê di 2’yê cotmehê de li Îskeleya Beşîktaşê ya li navçeya Kadikoyê saet di 16.00’an de çalakiyeke girseyî li dar bixe. Çalakiya ku wê bi dirûşmeya “Li Îranê, li Tirkiyeyê û li her derê azadî” pêk were, wê rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl ên civakî yên li Stenbolê, jinên îranî yên li Tirkiyeyê dijîn beşadar bibin. Jin bi Hev re Hêz in, banga tev li bûnê li hemû jinan kir.