Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin 2022-09-30 11:37:09   ENQERE - Rojnameger Elaheh Mohammadî û helbestvan Mona Borzooî bi sedema ku piştgirî dane çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî, li Îranê hatin girtin.    Ji ber qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve, li seranserî Îranê çalakiyên berfireh tên lidarxistin û çalakî di roja 14’an de berdewam dikin. Amînî, li seranserî cîhanê bû sembola berxwedana jinan. Li Îranê jî bi hezaran kes bi sedema çalakiyan ji hêla rejîmê ve hatin girtin. Lîstikvan Ketayoun Rîahî ku duh ji ber jêkirina pora xwe bi ser mala wê de hatibû girtin, xwe ji polîsan rizgar kiribû. Di dema lêgerîna Rîahî de helbestvan û nivîskar Mona Borzooî hate girtin.    HELBEST KIRIN SEDEMA GIRTINÊ   Sedema girtina Borzooî jî helbesta wê ya ji bo Amînî û çalakvanan hat nîşandan.    ROJNAMEGERA ÇALAKÎ DIŞOPAND HAT GIRTIN   Nûçegihana rojnameya Hammîhan ku rojane weşanê dike Elaheh Mohammadî jî hat girtin. Parêzerê Mohammadî, Mohammed Alî Kamfiroozî li ser medyaya civakî peyamek parve kir û da zanîn ku Mohammedî dema diçû ofîsa Wezareta Îstîxbaratê, sîxûrên îstîxbaratê bang lê kirine û hatiye girtin. Mohammdî, çûbû Seqizê û merasîma cenazeyê Jîna Mahsa Amînî şopandibû. Her wiha têkildarî êrişa polîsan a li dijî merasîma cenaze jî nûçeyek amade kiribû.    ÇALAKÎ DI ROJA 14’AN DE BERDEWAM IN   Bi qetilkirina Amînî re herî kêm li 29 bajar, 85 navçe û 18 zanîngehan çalakî hatin lidarxistin. Bi hezaran kesên tev li çalakiyan bûn hatin girtin, birîndarkirin û qetilkirin. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku ji ber qutkirina înternetê, êrişên dijwar ên polîsan û girtinan nikarin agahiyên zelal parve bikin lê xebatên wan berdewam in. Çalakiyên li seranserî welêt di roja 14’an de berdewam in.