Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin 2022-10-05 10:33:30   AMED - Platfoma Yekitiya Jinên Kurd li dijî qetilkirina nivîskar, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel daxuyanî da û wiha got: "Em kuştina Nagihan Akarselê lanet û şermezar dikin. Banga me ji bo hikûmeta Başûr ew e ku kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin."    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnameger Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê dema ji mala xwe derdiket di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî qetilkirina Nagihan Akarsel daxuyaniyeke nivîskî da.    Platformê da zanîn ku Akarsel ji kurdên Konyayê bû û ev demek bû li Silêmaniyeyê dijiya. Bi domdarî hat destnîşankirin ku Akarsel sernivîser û endama damezirîner a Kovara Jineolojiyê û di heman demê de jî akademîsyen bû û ev tişt hatin parvekirin: "Akarsel, di jiyana xwe de her daîm ji bo azadiya jinê û azadiya kurd û Kurdistanê kedeke giranbiha da. Di van salên dawî de em dibînin ku li her çar aliyê Kurdistanê û li bajarên kurd tê de dijîn, jinên kurd rastî êrişên dijmirovî tên û tên qetilkirin. Hêj çend roj bi ser qetilkirina Jîna Amînî re derbas nebûbûn ku îro jî Nagihan Akarsel bi awayeke hovane li nava dilê Silêmaniyeyê hate qetilkirin."   'DÊ HEYA KENGÎ JINÊN KURD BÊN QETILKIRIN?'    Bi domdarî Platforma Yekitiya Jinên Kurd diyar kir ku ew weke platformê vê rewşê pir cidî dinirxînin û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Gelo heta kengî jinên kurd dê ji aliyê serdestan ve bi awayekî sîstematîk bên qetilkirin? Her wiha em bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê jî dikin ku kiryarên vê êrişê desteser bike û derxe ber dîwana edaletê.”