Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin 2022-10-07 15:09:28   MÊRDÎN /WAN - Jinên ku bi mebesta protestokirina qetilkirina Nagihan Akarsel li Wan û Nisêbînê hatine ba hev wiha gotin: “Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA), li Nisêbîn a Mêrdînê bi mebesta protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel, xwestin meşekî li dar bixin. Polîsan nehişt ku jin meşê li dar bixin û li ser vê yekê jin li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê hatin ba hev.    Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Jin ber bi azadiya xwe ve dimeşin” vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî beşdarî daxuyaniyê bû.    ‘KESEK NIKARE PÊŞÎ LI MEŞA AZADIYÊ BIGIRE’   Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay anî ziman ku desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse û wiha domand: “Desthilatdariya ku ji azadbûna jinan ditirse, hem piştgiriyê dide kujerên jinan û hem jî komkujiyan diparêze. Bi parastina kujeran re nîşan didin ku dijminên jinan e û dixwazin jinên li gorî zîhniyeta xwe biafirînin. Lê em li Nisêbînê careke din bang dikin; em ê li gorî sînorên we diyar kirine en têkoşîn. Em ketine rêya azadiyê û jinên kurd ên berxwedêr in. Me ji bo azadiyê daye ser vê rêyê, em têkoşiyan e, em jinên îranî ne, jinên rojavayî û jinên başûrî ne. Em qêrîna hemû daxwazên azadiyê yên jinan e. Hûn dê nekarin pêşî li ber meşa me ya azadiyê bigirin. Ji ber ku em di rêya heqîqetê ya hevala xwe Nagihanê de dimeşin.”    Bi domdarî Gunay destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîna Amînî, li Îranê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pora xwe kirina ala û wiha bi dawî kir: “Yên ku tehemûla serhildana azadiyê ya ku Jîna û jinên îranî pêşengtiya wê dikin nakin, li Silêmaniyeyê yek ji pêşengên heqîqetê Nagihan Akarsel qetil kirin. Zîhniyeta ku Jîna qetil kirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyet e. Yên ku Jîna û Nagihan Akarsel qetil kirin, aqilê mêr-dewletê ye ku ji têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ditirse. Doza me ya ji bo Nagihan, Jîna Amînî û Gurbetellî Ersozan ew e ku dê têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Em bihêrs in, serî hil didin û em ê vê serhildana xwe ji bo azadiyê veguherînin hêzeke birêxistinkirî. Dê li ser vê erdnîgariyê serkeftin bibe ya azadiyê. Dê aqilê mêr-dewlet’ê teqez winda bike.”    Daxuyanî bi tililî û dirûşman bi dawî bû.    WAN    Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê de qetilkirina Nagîhan Akarselê li ber avahiya Rêxistina HDP’a Edremîtê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Hêza pênusa jinan wê dawiya faşîzmê bîne” hate vekirin û dowizên ku wêne û gotinên Akarsel li ser bûn hatin hilgirtin.    ‘EM Ê MÎRATEYA WAN MEZIN BIKIN’   Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn, bi lêv kir ku hişmendiya ku Nagîhan qetilkirine nas dikin û wiha got: “Em êrişa nemerdî ya li dijî hevalên me yên jin ku li her derê têkoşîna jinê mezin dikin, bi taybetî jî li dijî jinên têkoşer ên Li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi nefret şermezar dikin. Beriya ku hevala me Nagîhan li Silêmanî were kuştin em dizanin li Îranê jî Jîna Mahsa Amînî bi heman zîhniyetê hate kuştin. Îro li her derê cîhanê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bûye felsefeya jiyanê. Em soz didin ku mîrateya jinan ji me re hiştine bi taybetî li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê em ê mezin bikin. Em dixwazin diyar bikin ku em ê li dijî barîkatan paş ve gavê neavêjin. Em komkujiyên jinan li ku be bila bibe em şermezar dikin. Bila bimire faşîzim, bijî têkoşîna jinan.”   Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Şehid namirin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.