Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da 2022-10-17 11:35:35 WAN – Li navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Ezgî Dag ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Kirtankêx ê bi ser mezraya Duvencî ya navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Ezgî Dag (20) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyan, Ezgî Dag berî mehekê zewicî ye û hevjîne wê tundî lê kiriye. Dag ji ber tundiyê çûye cem malbata xwe.    Duh hat îdiakirin ku Dag a li malê xwe kuştiye.