Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin 2022-11-07 11:11:54   STENBOL - Jinan ragihand ku ew ê îsal jî li dijî tundiya zilam-dewletê di 25’ê Mijdar3e de li Tunela Taksîmê bin.    Jin zend û bendên xwe ji bo 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li Dijî Jinan a Navnetewî gire didin. Bi rasthatina 25’ê Mijdarê jin amadekariya vê rojê dikin. Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ragihand ku ew ê wek her sal roja 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê bin. Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Hê jî zilam û dewlet mîna ne xwe. Em ê jî wek xwe bikin û di 25’ê Mijdarê de saet li 19.00’an li dijî tundiya zilam-dewletê li Tunela Tksîmê bin. Hadê em saetên xwe eyar bikin û em wisa bikin ku banga me bila bigihîje her jinekê.”