Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin 2022-11-08 09:05:48   ŞIRNEX - Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê kujer Metîn Şengîl de amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku ji aliyê Şengîl ve hatibû qetilkirin, diyar kir ku tu kes bi hawara xwişka wê ve nehatiye û wiha got: "Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."   Li navçyea Qileban a Şirnexê di 21'ê nîsanê de Metîn Şengîl, hevjina xwe Berîvan Alturkê ku dest ji wî berdabû kuştibû û di 23'yê nîsanê de hatibû girtin. Îdianameya der barê kujer Şengîl de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve bi îdiaya "Bi zanebûnî hevjîna xwe ya destjêberdayî kuştiye û bi zanebûnî keça xwe birîndar kiriye" hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku ji 3 rûpelan pêk tê, de îfadeyên şahidan û kiryar hene. Her wiha hatiye diyarkirin ku çeka ku Alturk pê hatiye kuştin jî winda ye.   Di îdianameyê de îfadeyên kujer Metîn Şengîl ku Berîvan Alturkê çawa kuştiye hatine dayîn û wiha hatiye gotin: “Çeka gumanbar a ku di çarçoveya lêpirsînê de nehatiye desteserkirin, xistine çenteyê gîtarê û ji cihê bûyerê birine. Ev kes telefonî hevalê xwe Ozgur Y. kiriye û li wesayîta vî kesî siwar bûye, çenteyê xwe yê gîtarê ku tivingek tê de bûye daniye ser kursiya paşî ya wesayîtê û li pêşiya wesayîtê rûniştiye. Saet di 20:30'yî de gava hevjîna xwe ya berê ku tevî zarokên xwe li Kolana Ataturkê dimeşiya dîtiye, tivingê ji çenteyê gîtarê derxistiye û tevî tivingê ji wesayîtê peya bûye û 2-3 derb lê teqandine. Lê gava hevjîna wî ya berê reviyaye, ew li dû çûye û li vir jî 3-4 derb berdanê..."    ÇEK WINDA YE   Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku tivinga gumanbar li cihê bûyerê nehatiye dîtin û winda ye û tevî hemû lêgerînan jî nehatiye dîtin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku kujer Şengîl di îfadeya xwe de gotiye ku piştî çûye cem hevjîna xwe ya berê kesa bi navê Taybet (xwişka Berîvan Alturk) bi çeka wî girtiye û di wê kêliyeê de çeka wî 2-3 caran teqiyaye, lê ne dîtiye ku fîşek li hevjîna wî ya berê an jî keça wî ketiye û piştî bûyerê reviyaye û tivinga xwe avêtiye çem.    2 CARAN ÊRÎŞ KIRIYE    Keça Bêrîvan Alturkê ku di bûyerê de birîndar bûbû jî di îfadeya xwe de gotiye gava bavê wê hatiye xaltîka wê Taybet mudaxileyî bavê wê kiriye û di dema vê mudaxileyê de ew, dêya xwe û birayê xwe jî ji cihê bûyerê reviyane. Keça Alturkê gotiye ku gava reviyane bavê wê jî daye dû wan û ji paş de bera milê dêya wê û nigên wê dane û saçmeyên pengizîne li wê jî ketine.    Di beşa encamê ya îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li cihê bûyerê 5 qewanên fîşekan hatine dîtin û 3 saçmeyên bi derba kuştinê li Berîvan Alturkê ketine. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ceza li kujer Metîn Şengîl bê birîn.   Di zabitnameyê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hatiye amadekirin, hatiye xwestin ku şahid tevlî danişînê bibin.    BI KUŞTINA ZAROKÊN WÊ GEF LÊ XWARINE   Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku şahida bûyerê re Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Urenê got: "Her tim lêdixist. Di her lêdanê de xwişka min giliyê wî dikir. Emniyetê jî der heqê kujer de biryara 'dûrxistinê' dida. Lê ev kes guh li vê biryarê nedikir. Her roj peyam rê dikirin, bi mirinê gef lê dixwarin. 2-3 sal beriya niha dîsa lêxistibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Pişt re ji wir jî xwişka min birin stargeha mala jinan a Şirnexê. Berîvan ji me re jî negotibû ku çûye wê derê. Pişt re min mereq kir û ez li wir geriyam. Wê ji min re got, 'Ez naxwazim bi wî re bimînim. Bila dozê vekin, min ji vî xelas bikin.' Min jê re got, 'em ê bên te ji wir bibin û bi me re bimîne.' Wê jî qebûl kir. Pişt re li gel me ma. Piştî ku hat vê derê, Metîn her roj gef li wê dixwarin. Jê re digot, 'Heger tu neyê ez ê zarokên te bikujim.' 10-15 rojan pişt re dîmenên ku dermanên mişkan diavêt nava avê dişandin. Ji xwişka min re digot, 'Yan tu dê sibê bê malê û şensekî din bidî min, yan jî tu dê biçî ser cenazeyên zarokên xwe.' Berîvan gelek qehirî got, 'ez ê biçim.' Bi girî çû malê. Pişt re sê caran bi wê tivinga ku ew kuşt hewl da wê bikuje. Pişt re Berîvanê ji min re peyama xwekuştinê şand û got, 'heqê xwe li min helal bikin.'  Ev mirov tu carî negûherî û heta dawiyê tundî li xwişka min dikir. Tundî li zarokên wê jî dikir. Pişt re 2 mehan cezayê dûrxistinê danê. Roj nebû ku gef lê nedixwarin. Carekê ji ber ku îhlal kiribû 15 rojan cezayê girtîgehê jê re hat. Pişt re ji Bêrîvan daxwaz kir ku gilî neke. Bêrîvanê jî gilî nekir. Lê pişt re jî nesekinî. Ji xeynî giliyên ku biryara dûrxistinê binpê kiribû, Berîvanê 5-6 caran giliyê wî kiribû."   'CESARETÊ JI BÊCEZATIYÊ DIGIRIN'   Urenê daxwaz kir ku kujerê xwişka wê bi cezayê herî giran bê cezakirin û wiha got: " Berîvanê giliyê wî dikir, lê mezinên me digotin,' Efû bike wê çê bibe.' Lê nediguherî. Her roj tundî, heqaret lê dikirin. Berîvan ji vî kesî bêzar bûbû. Ma qey jin ne însan in? Îro bi mîlyonan jin li ber çavê zarokên xwe tên qetilkirin. Heke cezayê darvekirinê bidana kesekî ji wan, an jî cezayê mûebedê bihatan birîn wê cesaret nekirana. Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."   MA / Zeynep Dûrgût - Dilgeş Rûvanas