Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman 2022-11-10 09:04:11   WAN - Li Wanê di 7 rojan de 4 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor, bal kişand ser qetilkirina jinan ku wekî "xwekuştinê" tên nîşandan û got ku nezelalkirina van kuştinan, encama "polîtîkaya jinê" ya desthilatê ye.    Li gorî daneyên JINNEWS'ê, di meha cotmehê de li Kurdistan û Tirkiyeyê herî kêm 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. 21 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gorî Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) jî 34 jin hatine kuştin û 26 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.   Ji ber nekirina lêpirsîneke çalak, kuştina jinan wekî "xwekuştinê" tê nîşandan û bi vî awayî ser kuştina bi hezaran jinî tê nixumandin. Li Wanê bi tenê di 7 rojên dawî de Hulya Avci, Ezgî Dar, Fûnda Marûf û jina bi navê S.Ç. bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Mirina Avci, Dag û Matûrê jî wekî "xwekuştinê" hatiye nîşandan û ya S.Ç.yê jî wekî "qeza" hatiye tomarkirin.   Rêvebera Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor, destnîşan kir ku nezelalkirina mirina biguman a jinan, encama polîtîkaya jinê ya desthilatê ye.   'EM' GOTINA 'XWE KUŞTIYE' QEBÛL NAKIN'    Bor, bal kişand ser tahdeya sîstematîk a li jinê tê kirin û got ku ew gotina "jinikê xwe kuşt" qebûl nakin. Bor, bibîr xist ku di demên dawî de gelek kuştinên jinan wekî "xwekuştinê" hatine tomarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye êdî veguheriye goristaneke mezin a jinan."    Bi domdarî Bor destnîşan kir ku kiryar hêzê ji polîtîkayên jinê yên desthilatê digirin û bi vî awayî êrişê dibin ser jinan û wiha domand: "Kiryar bi awayekî pir bixwebawer ji jinan re dibêjin, 'Ez ê te bikujim û piştî 3 mehan bêm berdan. Dê tu tişt bi min neyê.' Ji lew re, dibînin ku bi vî sûcî dê neyên cezakirin. Lewma kuştina jinan zêde dibe. Em baş dizanin ku li pişt her kuştineke biguman zilamek heye."   Bor, bilêv kir ku ser kuştina jinan bi hinceta"xwekuştinê" tê nixumandin û bal kişand ser kuştina Sî em Dînçerê (27) ku di 27'ê adarê de li navçeya Bêgiriyê ya Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Birê got ku Dînçer piştî hatiye kuştin, hatiye daliqandin.   Her wiha Bor da zanîn ku desthilat li Tirkiye û Kurdistanê bi awayekî jihevcuda nêzî kuştina jinan dibe got ku li rojavayê Tirkiyeyê gava jin dadikevin kolanan bi "rabûna li ber qanûna xwepêşandan û çalakiyan" tên darizandin, lê li Kurdistanê jî bi "endametiya rêxistina terorê" tên darizandin.   TÊKOŞÎNA JINÊ    Bor, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê tahdeyê li jinê tê kirin bi têkoşîna jinê bi dawî bibe û ev tişt anî ziman: "Wekî eniyeke ku divê belawelakirin li me mêze dikin. Wezîr Soylû dibêje, 'PKK, rêxistineke jinan e.' Bi vê têkoşîna jinê hedef digire. Li aliyekî şer bi çekên herî giran tê domandin, li aliyê din jî wezîr jî awayê nêzîkatiya ji bo jinan dibêje. Hemû dewlet zilaman in û em ji tu desthilatê wekî lutfekê ne li benda dayîna mafên xwe ne. Ya ku çareseriyê bîne, hêza têkoşîna jinê bi xwe ye."    MA / Berîvan Kûtlû