Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî 2022-11-13 09:01:35 ENQERE - Siyasetmedar Nûrsel Aydoganê diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” veguheriye dirûşmeke gerdûnî û wiha got: "Jinan malavayiya Ocalan kir, ji ber ku ev dirûşm di serî de jinên kurd diyarî hemû jinên cîhanê kiriye. Beşdaran bi vê dirûşmê dest bi axaftina xwe kirin."     Tora Jin Siberojê Dihûnin, li Berlîna Almanyayê bi dirûşma "Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê" "Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan" di navbera 5-6'ê mijdarê de li dar xist. Konferans li Enstîtuya Teknolojiyê ya Berlînê hat lidarxistin. Ji 41 welatî zêdetirî 800 jin beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de têkoşîna jinê hat destnîşankirin. Di konferansê de ku 2 rojan dewam kir, piştî nîqaşan danezana wê ya encamê hat eşkerekirin. Di danezana encamê de "Tora Jin, Jiyan, Azadî: Jin Pêşeroja Xwe Dihûnin" hat ragihandin.    Ji beşdarên konferansê siyasetmedar Nûrsel Aydogan got ku têkoşîna jinê gihaştiye asteke gerdûnî.      DIYARÎ JÎNA Û NAGÎHANÊ HAT KIRIN    Aydogan diyar kir ku konferans diyarî Jîna Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" yên Îranê ve hat kuştin û Endama Navenda Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê hat kuştin hatiye kirin û got ku Şoreşa Rojava jî hatiye silavkirin.   'EM Ê DEST JI JIYANA AZAD BERNEDIN'    Bi domdarî Aydogan ragihand ku di konferansê de peyama "em ê dest ji jiyana azad bernedin" derketiye pêş û ev tişt gotin: "Êdî dema azadiya jinê û şoreşa jinê ye. Di konferansê de nêzîkatiya serdestan a li hemberî têkoşîna azadiya jinê hatiye nîqaşkirin. Îro ro jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê li dijî DAIŞ'ê têkoşiyane rastî êrişan tên. Kesên şoreşê pêk anîne û ji bo azadiya jinê têdikoşin hedef tên girtin. Me li dijî vê girîngiya têkoşînê nîqaş kir. 'Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê ya Jinan' hat nîqaşkirin. Jinan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku konferanseke ji bo pêşxistina têkoşîna jinê bû."    Aydogan, destnîşan kir ku di têkoşîna azadiya jinê de divê tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dibêje "Jiyana em bêriya wê dikin ne bi mûcîzeyan, bi şoreşê pêkan e" esas bê girtin û got ku şoreş dê li ser esasê azadiya jinê pêk bê.    DIRÛŞMA 'JIN, JIYAN, AZADÎ'   Di berdewamê de Aydogan bilêv kir ku konferansê nîşan da ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bûye dirûşmeyeke gerdûnî û wiha domand: "Temaşekirin û dîtina vê yekê cihê kelecanê bû. Jinan malavayiya Ocalan kir, ji ber ku ev dirûşme di serî de jinên kurd diyarî hemû jinên cîhanê kiriye. Beşdaran bi vê dirûşmê dest bi axaftina xwe kirin."   TÊKOŞÎNA BI HEV RE    Aydogan, anî ziman ku meseleya kurdî meseleyeke gerdûnî ye û got ku têkoşîna meseleyeke gerdûnî jî gerdûnî ye. Aydogan, bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û axaftina xwe wiha qedand: "Li dijî van êrişan em ancax bi têkoşîneke gerdûnî û hevpar dikarin bi ser bikevin."    MA / Yusra Batihan