Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir 2022-11-15 17:00:20 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê jinên ku xwestin bi zincîra binevşî balê bikşînin ser jinên ku hatine qetilkirin, hatin astengkirin. Jinan bi meş û çalakiya rûniştinê ev astengkirine şermezar kirin. Di çalakiyê de jinan dan zanîn ku dê bi berxwedana xwe van astengiyan ji holê rakin.   Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî yên li herêma Botanê didomin. Li navçeya Silopiyayê  bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinan xwest ku bi zincîra binevşî balê bikêşin ser jinên ku hatine qetilkirin. Lê belê jin, ji aliyê polîsan vê hatin astengkirin. Li dijî vê jin heta li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşiyan.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan ê navend û navçeyê jî tev li bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyê jinên ku hatine qetilkirin hatin rakirin.    ‘EM GAVÊ PAŞVE NAAVÊJIN’   Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî.  Îmîr, bertek nîşanî astengiya polîsan da û got ku jin dê bi berxwedana xwe bersivê bidin astengiyan. Bi domdarî Îmîr ev tişt anî ziman: “Em li dijî tecrîd, xizanî û her cureyên binpêkirinên mafan dixwazin ku bertekên xwe bi çalakiyên demokratîk bînin ziman. Tundiya li ser jinan piralî ye. Tundiyê jiyana jinan dorbêç kiriye. Li Tirkiyeyê jin her roj ji aliyê mêran ve rastî tundiyê tên. Li Kurdistanê bi taybetî jî li Şirnexê jin herî zêde rastî tundiya ewlehiyê tên. Em dixwazin li hemberî şer, alozî, tundî û destdirêjiyê dengê xwe derbixin. Lê her gaveka me, ji aliyê Emniyeta Şirnexê ve bi sedan barîkatan tê astengkirin. Sepanên keyfî ne. Dixwazin di kesayeta me de dengê jinan qut bikin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin û qebûl nakin. Heke ku mebesta we ewlehiya jinan be, wê demê herin kujerên jinan bigirin û nebin hevalbendên wan. Hedefgirtina jinên azad, fermana îktîdara AKP’ê û MHP’ê ye. Em di têkoşîna xwe de gavek jî paşve naavêjin û em ê li ber xwe bidin. Em ê van bendavan jî derbas bikin.”    Piştî daxuyaniyê, jinan çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakiya rûniştinê bi dirûşma “Bijî berxwedana jinan” didome.