Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin 2022-11-18 15:48:02 EDENE/MÊRSÎN – Platforma Jinan a Edeneyê û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê bernameya çalakî û xwepêşandanên bo 25’ê Mijdarê eşkere kirin. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya li Edeneyê axivî û wiha got: “Pora Jînayê û pênûsa Nagihanê gihiştin hev û li dijî komkujiyên rejîmên otorîter têdikoşin.”    Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de li pêşiya Şaxa PTT’ê ya Cumhuhriyetê kom bûn û ji jinên girtî re qert şandin. Beriya şandina qertan, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil parêzera Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci Bek axivî û ji bo meşa ku dê di roja 25’ê mijdarê saet di 17.30’an de ji Parka Heykelliyê ber bi Parka Ataturkê ve li dar bixin, banga tevlibûnê kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî rejîma yekzilam û tundiya mêr-dewletê didome. Hatîmogûllari bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em 25’e Mijdarê diyarî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî ya li Îranê hatiye qetilkirin dikin. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li tevahiya cîhanê olan dide. Pora Jînayê û pênûsa Nagihanê bûn yek û li dijî tundî û komkujiyên rejîmên otorîter têdikoşin. Tevahiya cîhanê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ nas kir. Jin, bi vê serhildanê, ji bo azadiya xwe hatine ba hev û serhildana xwe mezintir dikin.”    Daxuyanî bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.    MÊRSÎN   Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî têkildarî 25’ê Mijdarê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Yorgun axivî û got ku dirûşma “Jiyn, jiyan, azadî” li her çar aliyên cîhanê li dijî desthilatdariyên mêrserdest bilind dibe û wiha domand: “Em, 25’ê Mijdarê bi baweriya ji têkoşîna azadiyê ya jinê û bibiryardariyê pêşwazî dikin. Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de dê Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê û TJA bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî Li Dijî Tundî, Şer û Xizaniyê Em Serî Hil didin’ li qadan bin.”    Bernameya 25’ê Mijdarê ya Mêrsînê wiha ye:   "* 19’ê Mijdarê Roja şêmiyê: Dê li Daristana 68’an şitil bên danîn (14.00)    * 22’yê Mijdarê Roja Sêşemê: Dê tevî ÎHD’ê ji jinên girtî re qert bên şandin (11.00)    * 24’ê Mijdarê Roja Pêncşemê: Dê li Parka Bariş a navçeya Akdenîzê jin bicivin (14.00)    *25’ê Mijdarê Roja Înê: Dê tevî Platforma Jinan a Mêrsînê ji Kolana Kuşhumatoyê ber bi Qada Ozgecanê ve meş bê lidarxistin.”