Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin 2022-11-19 09:02:00   MÊRDÎN - Şemsê Allak, 19 sal berê li Mêrdînê bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Berdevka TJA'ayê ya Mêrdînê Eylem Amakê diyar kir ku piştî qetilkirina Allakê ne li Kurdistanê, bi taybetî jî ne li Mêrdînê êdî tu tişt nebûye wekî berê û wiha got: "Ji Şemsê heya Jîna Emîniyê têkoşîn bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bû."     Di Tîrmeha 2022'yan li gundê Mensûriyê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bavê 5 zarokan Halîl Açilê 55 salî dest dirêjî Şemse Allak a 55 salî kiribû. Piştî vê Allak ducanî bûbû. Bi vê re destdirêjî eşkere bûbû. Paşê Allak bi Açil re hatibû zewicandin. Lê bi dû re di bin navê "orf û edetê" de biryara mirina Allakê hatibû dayîn. Wê demê Allak xwestibû tevî Açil ji Mensûriyê bireve. Lê di 21'ê Mijdara 2002'yan de biraên wê Ridvan, Zulfîkar û Emrûllah Allak bi kevir û daran ew recm kiribûn. Halîl Açil li cihê bûyerê miribû û Allak ducanî jî bi giranî birîndar bûbû û ew sewqî Amedê kiribûn.    JINAN DARBESTA WÊ HILGIRTIBÛ   Allak 6 mehan li Nexweşxaneya Dewletê ya amedê mabû û di 7'ê Hezîrana 2003'yan de jiyana xwe ji dest dabû. Pêşî pitika wê û bi dû re ew jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku malbatê cenaze ji nexweşxaneyê wernegirtibû, cenazeyê wê di 20'ê Hezîrana 2003'yan de li Goristana Bêkesan a Amedê hatibû veşartin. Jinên ku 6 mehan Allakê li nexweşxaneyê bi tenê nehiştibûn, darbesta wê hilgirtibûn û cenazeyê wê veşartibûn. Paşê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navê Şemsê Allakê li parkekê kiribû.    MALBAT LI HEV HATIBÛN   Piştî mirina Allakê, malbata wê û xizmên Halîl Açil li hev hatibûn. Hatibû diyarkirin ku armanc kuştina Şemsê bûye, lê mirina Açil "weza" bûye.    KIRYAR HATIBÛN BERDAN   Doza kiryaran jî di 2006'an de bi dawî bûbû. Li Mehmet Emîn Allak 20 sal û 8 meh, li Ridvan Allak 17 sal û 6 meh û li Emrûllah Allak jî 12 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Emrûllah Allak piştî 4 salan hatibû berdan û bi dû re jî Ridvan û Mehmet Emîn Allak hatibûn berdan.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Amakê destnîşan kir ku piştî Allakê li Kurdistanê û bi taybetî jî li Mêrdînê gelek tişt guherîne û wiha got: "Bi têkoşîna jinê re destkeftiyên jinan derketin holê. Bi têkoşîna jinê re, zilam paş de gav avêtin. Piştî Şemsê têkoşîna jinê mêr jî guherandin."    BÛN DENGÊ WÊ   Amakê bilêv kir ku ji aliyê jinan ve hilgirtina darbesta Allakê peyamek girîng bûye û wiha pê de çû: "Ev peyama ku jin xwedî li jinan û têkoşîna jinan derdikevin. Jinan Şemsê hilgirt û bbûn dengê wê yên nayên bihîstin. Ev, tenê ne li Kurdistanê ji bû tevahiya cîhanê bû mînak. Deskeftî çêbûn. Platforma jinan, komeleyên jinan, TJA, Komîsyona Jinan a BAroyê hatin avakirin. Ev hemû bi têkoşînê çêbûn. Di 8'ê Adaran, di 25'ê Mijdaran de jin li qadan bûn dengê Şemsê. Ev hê jî didome."    JI ŞEMSÊ HEYA JÎNAYÊ   Amakê bilêv kir ku piştî Şemsê Allakê bi 19 salan jin li seranserê cîhanê bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji bo Jîna Emîniyê daketine kuçeyan û wiha got: "Li seranserê cîhanê bi milyonan jin, erd û asman hejandin. Li her derî tayên porên Emîniyê kirin ala. Ev jî ji Şemsê Allakê ber bi Jîna Emîniyê ve, bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bûna têkoşîna jinê ye."    MA / Ahmet Kanbal