Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin 2022-11-19 13:19:04   AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kiribû û 7 roj in nehatiye girtin li Parka Koşuyoluyê daxuyanî da. Endamên Torê, malbat û hevalên Sevîm xwestin ku kujer tavilê bê girtin.    Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kiriye û 7 roj in nehatiye girtin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan ya li Parka Koşuyoluyê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser nivîsên “Ji bo Meryem Edalet”, “Musayan pak neke bidarizîne", “Em ne di şînê de ne em di serhildanê de ne", “Bila Musa Sevîm were girtin", “Jin jin azadî”, “Qetilkirina jinan polîtîk e” hatibûn nivîsandin hatin rakirin. Malbata Meryem Sevîm, hevalên wê û pêkhateyên Torê di daxuyaniyê de amade bûn.   BERIYA DAXUYANIYÊ MALBATÊ HAWAR KIR    Xwişka Meryem Sevîm, Hulya Kurmuş qîr û hawar kir. Hulya Kurmuş ji polîsan re got: “Ev 7 roj in kujer nehatiye girtin. Ka mobeseyên vî bajarî, ka polîs û ka dad. Gelo çawa dibe ku hîna nehatiye girtin. Hûn wî li ku vedişêrin. Wî bi 9 guleyan jinek qetil kir. Dijmin di şeran de van yekan li hev nake. 9 guleyan canê xwişka min girt. Ew biçûka malê, delaliya diya min bû. Ew îro ne li gel me ye. Ew ji me stendin û hesab jî jê nayê pirsîn. Heya ku qanûnek van sûcan teşhîr bike dernekeve wê hîna gelek Meryem werin qetilkirin. Min berê di medyayê de qetlîama jinan didît. Min nedizanî wê rojekê dora me jî were. Hûn hûn bin bêdeng nemînin. Ger hişmendî ev be wê dor bigihêje we jî. Ez xelkê Amedê me, bi tirkî û bi kurdî ji we re qîr dikim. Bila her kes ji min fam bike û min bibihîse.”   ‘HER KES KERR Û LAL E'    Hulya Kurmuş bangî derdora xwe kir û wiha got: “Ji bo were bihîstin qêr dikim. Ji bo were famkirin bi her zimanî diaxivim. Ez bêdeng nabim. Hûn jî bêdeng nemînin. Ez îro xwe dispêrim edaleta we. Hûn kujer bibînin û darizînin. Na ku 7 roj in nayê dîtin pêwîst bû bibe rojev. Ger ev bajerekî din ba wê hatiba qalkirin. Li bajarekî din pisîkek were qetilkirin tê qalkirin û tê bihîstin. Lê li vir jinek hat qetilkirin. Îro çima di meclîsê de nayê qalkirin. Çima her kes ker û lal e.”   ‘MERYEM BI AWAYEK HOVANE HAT QETILKIRIN'    Li ser navê Torê endama Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê Songul Argunaga metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Ber bi 25’ê Mijdarê ve mixabin jinek din hate qetilkirin. Meryem a ku bi israr nedixwest gel Musa Sevîm hevaltiya xwe bide berdewamkirin rastî tundiya derûnî dihat. Ji ber ku Meryem daxwaza zewacê ya Musa erê nekir bi awayekî hovane hate qetilkirin. Piştî Meryem hate qetilkirin di derbarê Musa de biryara girtinê hate girtin. Lê belê 7 roj in hîna nehatiye girtin.”   'PERGAL CESARETÊ DIDE MÊRAN'    Argunaga da zanîn ew dizanin bêtehamuliya mêr a li dijî vîna jinan berhemê hişmendiya vê sîstemê ye û wiha axivî: “Qetilkirina jinan polîtîk e û faîlê mirina her jinekê dewlet bi xwe ye. Em nikarin van êrişên mêr ên li ser jinê ji sîstemê qut bifikirin û bînin ziman. Li beramberî vê li hemberî têkoşîna jinan gotinên bi kîn, aktivîstên mafê jinan hedef tên nîşandan û çekdariya kesî rê li ber tundiya jinê jî vedike. Bi van qanûnan û betalkirina qanûnên jinan cesaretê didin mêran.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Qetilîamên jinan polîtîk in”, “Musa Sevîm bila were girtin" bi dawî bû.