TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê 2022-11-21 10:13:39   STENBOL - TJA’yê bi vîdeoyekê bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, di 25’ê Mijdarê de biherikin Tunela Taksîmê.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de TJA’yê ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê roja înê saet di 19.00’an de li Tunela Taksîmê ya Stenbolê bê kirin, bang li hemû jinan kir.    Di vîdeoyê de wêne û dîmenên jinên kurd ên di çalakiyan de hatin weşandin û hat destnîşankirin ku dê li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin qadan û banga tevlibûna meşê li hemû jinan kir.