TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand 2022-11-30 11:36:13   ÊLIH - Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanî êrişên polîsan ên di dema çalakiyên di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan hatine kirin û biryara binçavkirina 50 jinan dan û wiha gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji berxwedana jinan a li Îranê bi pêşengtiya jinan mezin dibe tirsiya, jin kirin hedefa xwe. Yekitiya jinan, desthilatdarî tirsand.”    Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li gelek bajaran jin daketin qadan û bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Di demekî ku ev tundî hêj di rojevê de, îcar jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê, “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “Fînansmaniya rêxistinê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin û li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Îfadeyên şahidên eşkere û nepen û raporên MASAK’ê yên têkildarî encama lêkolînên ser materyalên dijîtal ên di dema serdegirtinên malan de hatibûn bidestxistin, weke hinceta lêpirsînê hatin destnîşankirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û heta niha 16 jin hatine binçavkirin.    Jiinan, tundiya dewletê ya li dijî jinan ku roj bi roj zêdetir dibe nirxandin û gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji şoreşa jinan a li Îranê roj bi roj mezintir dibe ditirse lewma jinan hedef digire.    DI ÇALAKIYÊN PROTESTOKIRINA TUNDIYÊ DE TUNDIYA DEWLETÊ    Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gîzem Ogûrlû diyar kir ku tundiya desthilatdariyê ya li dijî jinan roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Tevî hemû êrişan jî jin paşvegavê naavêjin. Ev yek jî wan bêhtir êrişkar dike. Tiştên di 25’ê Mijdarê de qewimîn, mînakeke herî şênber a tundiya mêr-dewletê bû. êrişî jinên li dijî tundiyê daketin qadan kirin. Li erdê hatin kaşkirin, tundî lê hat kirin. Dema jinan tundiya zilaman protesto dikirin, rastî tundiya dewletê hatin. Hema hema ev tundî li tevahiya jinên daketin qadan kirin. Vê jî besî desthilatdariyê nekir ku derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Hevalên me yên jin di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Jin, li dijî desthilatdariya ku destkeftiyên jinan hedef digire li ber xwe didin. Jinan ji bo van destkeftiyan bedel dan. Nabe ku em li dijî tundiya mêr-dewletê paşvegavê biavêjin. Ev bêrêzî ye. Lewma jî jinan qada têkoşînê neterikandin. Em ê neterikînin jî. Li her deverê dema jin paşdegavê diavêjin, tundiya zilam zêdetir dibe. Lewma jî divê em têkoşîna xwe bêhtir xurt bikin.”    'EW JÎ DIZANIN KU JIN NATIRSIN’    Aktîvîsta TJA’yê Gulcemal Erdînç jî destnîşan kir ku desthilatdarî her ku qels dibe bêhtir êrişkar dibe û wiha domand: “Desthilatdariya ku tehemûla berxwedanan jinan a di 25’ê Mijdarê de nekir, derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Desthilatdarî ji berxwedana jinan ditirse û bêhtir êrişan dike. Li her devera cîhanê bi pêşengtiya jinan berxwedan pêş dikeve. Desthilatdarî ditirse ku berxwedana piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê bi pêşengtiya jinan pêş ketî li vir jî belav bibe. Pratîkên rejîma molayan û ya desthilatdariya AKP-MHP’ê heman in. Lê çi bikin jî dê di demekî nêz de têk biçin. Lewma ewqas êrişkar tevdigerin. Ew jî baş pê dizanin ku tu desthilatdarî û rêveberiyên faşîst nikarin xwe li ber berxwedana jinan bigirin. Jin ne ji mirinê û ne jî ji binçavkirinan ditirsin.”    'EM Ê DEV JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN’   Têkildarî mijarê aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Tevî îşkence, binçavkirin û astengiyan jî jin di 25’ê Mijdarê de daketin qadan. Li pêşiya têkoşîna jinan tu sînor nînin. Jinên ku li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ civiyayîn pir mezin li ber xwe didin. Di sedsala jinan de ev berxwedan li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê aj da. Jin, li her devera cîhanê li ber xwe didin. Qêrîna jinên ku îro li Êlihê rastî tundiyê tên, ji bo jinên li dûvê din ê cîhanê bûye sedema têkoşîne. Yekitiya jinan, desthilatdariyan ditirsîne. Lewma jî jinan dikin hedef. Lê çi bikin jî dê jin berxwedana xwe bidomînin. Em ê ji ber binçavkirin, girtin û îşkenceyan dev ji destkeftiyên xwe bernedin.”    MA / Fethî Balaman