Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin 2022-11-30 13:43:02   RIHA – Danişîna doza kesê bi navê M.S. ku li Wêranşarê “îstîsmara zayendî” li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kiribû hat lidarxistin. Di dozê de daxwaza girtina bersûcê îstîsmarê hat redkirin.    Kesê bi navê M.S. (17) li navçeya Wêranşar a Rihayê zêdetirî salekê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zirxwişka xwe ya 10 salî ya bi navê S.S. kir. Derheqê M.S. de bi sedema “Bi rêk û pêk ketiye nava hewldana îstîsmara zayendî ya zirxwişka xwe” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê hat lidarxistin. Bersûc M.S. û parêzerên wî, parêzerên zaroka mexdûr, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Rihayê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê, Tevgera Jinan a Sosyalîst, Komîsyona Jinên Karker û Kedkar, rayedarên Meclisa Jinan a Demokrasiya Herêmî ya Sancaktepeyê û dayika zaroka hatiya îstîsmarkirinê D.G di danişînê de amade bûn.    Beriya danişînê, polîsan li Edliyeya Wêranşarê tevdîrên ewlehiyê girtin.    TAWANBARÎ QEBÛL NEKIR   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn dest pê kir û M.S. parastina xwe kir. M.S. îfadeyên xwe yên li dozgeriyê dîsa dubare kir û wiha got: “Ez bêsûc im, hatim mexdûrkirin. Ez van tawanbariyan qebûl nakim.”    DAXWAZA RÊXISTINÊN JINAN HAT REDKIRIN    Baro û rêxistinên jinan di danişînê de xwestin beşdarî dosyayê bibin. Lê bi hinceta ku ji sûcê heyî raste rast bibandor nebûne, ev daxwaz hat redkirin. Lê daxwaza Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê û Komîsyona Mafên Zarokan hatin qebûlkirin.    'BILA BERSÛC WERE CEZAKIRIN’   Piştî navbereke kin, dayika zaroka mexdûr D.G. axivî û wiha got: “Min bûyer bi çavên xwe nedîtiye lê piştî bûyerê derûniya keça min xera bû û lalûte bûye. Ez dixwazim bersûc were girtin.”    LI DIJÎ VEKIRINA DOSYAYÊ BI SEDEMA HEWLDANÊ ÎTÎRAZ KIRIN    Piştre jî parêzera zaroka mexdûr Eren Keskîn axivî û îtîraz kir ku dosya bi sedema “bi awayekî rêk û pêk hewldana îstîsmara zayendî li dijî zirxwikê hatiye kirin” hatiye vekirin. Keskîn, bal kişand ser tirsnakiya bûyerê û da zanîn ku tiştên zarokê jiyayîn û biryara bêteqîbatê ya di dosyayê de li dijî hiqûqê ye. Keskîn, xwest ku bersûc ji ber sûcê îstîsmara zayendî were cezakirin.    DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR    Bi domdarî Keskîn da zanîn ku gefên li dijî bersûc û malbatan didome û xwest ku bersûc were girtin.    Dadgehê daxwaza girtinê red kir û bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de doz taloqî 22’yê sibatê kir.    DAXUYANÎ HAT ASTENGKIRIN    Piştî daanişînê, beşdaran xwest daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê nehişt ku daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê, daxuyanî li odeya baroyê ya di nava edliyeyê de hat dayîn. Di daxuyaniyê de Eren Keskîn axivî û wiha got: “Dozgeriyê ji ewil biryara bêteqîbatê dabû. Lê piştî îtîrazan ev biryar betal kir. Dosya birin Dadgeha Bilind û piştre jî doz hate vekirin. Heman dozgerî tevî gelek delîlan jî doz bi sûcê ‘hewldana ji bo îstîsmara zayendî’ vekir. Em mereq dikin bê ka ev dozger çima ewqas hewl dide vî bersûcî biparêze. Li hêla din nahêlin têkildarî îstîsmarkirina zarokekî daxuyanî bê dayîn. Ev yek di esasê xwe de mertalê parastinê ye. Ev biryar, biryara daraza xwedî zîhniyeta mêrserdest a ji bo bersûc e.”