Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin 2022-12-01 14:16:05   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna derheqê aktîvîstên TJA’yê de gelek jin di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku jinên binçavkirî 36 saetan bi kelemçekirî hatine hiştin û li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê îşkence lê hatiye kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li bajarên Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê de bi ser gelek malan de girtin û 18 jin binçav kirin. Hat zanîn ku jinên hatine binçavkirin heta Enqereyê kelemçekirî anîne û îşkence lê hatiye kirin.    TÎ Û BIRÇÎ HATIN HIŞTIN    Jinên binçavkirî bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin û dan zanîn ku di tevahiya rê de destên wan kelemçekirî bûn û tî û birçî hatine hiştin. Jinên ku li Amedê hatine binçavkirin, 9 saetan di otobûsê de hatin sekinandin. Hat zanîn ku ji kêliya ku jin hatine binçavkirin heta birin Enqereyê, bi giştî 36 saetan kelemçekirî hatine ragirtin û xwarin û vexwarin jê re nehatiye dayîn.    LI EMNIYETA ENQEREYÊ ÎŞKENCEYA PORÊ    Polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ku kar û barê binçavkirinê dewr girtin, destên jinan ji pişt ve kelemçe kirin. Fîgen Ektî ku li Amedê hatibû binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji hêla 4 polîsan ve hat derbkirin, pora wê hat kişandin û îşkence lê hat kirin. Ektî, pora xwe ya di dema îşkenceya polîsan de jê hatiye derxistin kom kir û radestî parêzeran kir. Parêzer, dê têkildarî îşkenceya giliyê polîsan bikin.    DI BIN NAVÊ SIHBETÊ DE HEVDÎTINAN DIKIN    Hat zanîn ku polîsan bêyî kar û barê îfadegirtinê, zext li binçavkiriyan kir ku di bin navê “sihbetê” de hevdîtinê pê re bikin.    Jinên ku niha li Emniyeta Enqereyê di bin çavan de ev in: “Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Meral Şîmşek, Zeynep Boga, Pinar Ceylan, Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Kinagû, D.A., Merve Tekîn Demîrel, Hazal Aras, Aysel Ceylan û Berîtan Canyaş.”