Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin 2022-12-03 08:47:51 ENQERE - Aktîvîstên TJA’yê ku ji aliyê 12 dozgerên li Edliyeya Enqereyê hatin peywîrdarkirin ve îfadeyên wan tên wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê mijdarê de derbarê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran di serdegirtinên malan de heta niha 20 jin hatine binçavkirin. Jinên ku piştî 4 rojan karûbarên îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bûn, îro anîn Enqereyê. Kirariyên îfadeyan ên ji aliyê 12 dozgerên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatin peywîrdarkirin ve hatin wergirtin, piştî 11 saetan qediyan.    Dozgeriyê Fîgen Aras, Meral Şîmşek, Bedîa Akkaya, Dîdar Çeşme, Aysel Ceylan, Berîtan Canyaş û Gulistan Dehşet ên bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê xebat kirin” îfadeyên wan wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.     Îfade wergirtina jinên sewqî dadgehê hatin kirin dest pê kir.  Merve Tekîn, Sûltan Esen û Tamcîhan Çelebî yên dozgeriyê îfadeya wan wergirtin bi daxwaza şertê hefsa malê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Demîrel, Esen û Çelebî bi şertê hefsa malê berdan.    Ji bo Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Kinagû, Hulya Taşar, Mekiye Ormanci, Zekiye Guler, Zeynep Boga, D.A. û Hazal Aras ên îfadeyên wan hatin wergirtin, li benda biryara dozgeriyê tê sekinîn.