Dayikên Aştiyê: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin 2022-12-14 09:05:51   RIHA- Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, gotin: "Bila tecrîd bê rakirin, şer bi dawî bibe û aştî bê."    Zêdetirî 20 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de nayê girtin. Ji ber tecrîda li Îmraliyê ku her diçe girantir dibe, neçareserikirina meseleya kurdî jî kûrtir dibe. Dayikên Aştiyê yên Rihayç ji bo bi dawîbûna şer bang kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û rêya guftûgoyê bê vekirin.    'NE SIBÊ BILA ÎRO BI DAWÎ BIBE'   Dayika Aştiyê Fatma Akbaşê diyar kir ku divê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: "Em dixwazin tecrîd bê rakirin û şer bi dawî bibe. Êdî bila bes zarokn me bimirin." Akbaşê bilêv kir ku ger Rêberê PKK'm Abdullah Ocalan biaxive dê şert û merc baş bibin û wiha got: "Her tişt bi Abdullah Ocalan û tecrîdê ve girêdayî ye. Ger tecrîd bi dawî bibe dê ev şer jî biqede. Em ne dixwazin gerîla ne jî esker bimirin. Bila tecrîd biqede, şer biqede. Em dixwazin avek li vî agirî bê kirin. Û ne sibê, em dixwazin îro bitefe."    'BILA TECRÎD RABE, ŞER BI DAWÎ BIBE'   Dayika Aştiyê Adalet Çayê destnîşan kir ku êdî divê xwîn bisekine. Çayê bilêv kir ku ev yek bi rakirina astengiya li ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêkan e û bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li Îmraliyê. Çayê ku got "Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin, ev şer bi dawî bibe û bes dayik bigirîn" destnîşan kir ku demildest divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.    Çayê wiha bang kir: "Em bang li tevahiya cîhanê dikin. Bila tecrîd rabe, şer bi dawî bibe û bes dayik bigirîn."    'GER HEVDÎTIN ÇÊBIBIN DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN'     Dayik Îslîm Demîrê jî wiha got: "Em dixwazin tecrîd bê rakirin û şer bi dawî bibe. Ger hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bên kirin û ger ew biaxive, dê aştî çêbibe. Dê her kes rihet û aram bibe." Ayşe Canê jî diyar kir ku li Îmraliyê îşkence heye û xwest ev pirsgirêk bên çareserkirin û azadî hebe. Canê wiha got: "Ger hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin, dê hemû pirsgirêk çareser bibin."    Dayik Aygul Sagirê jî xwest ku tecrîd bi dawî bibe û aştî çêbibe û wiha bang kir: "Bila tecrîd bê rakirin û aştî çêbibe."    'BILA ÎŞKENCEYA TECRÎDÊ BI DAWÎ BIBE'   Dayika Aştiyê Makbûle Yavûzerê jî diyar kir ku gava mirov dimirin dilê dayikan dişewite û ev tişt gotin: "Em tecrîdê naxwazin. Em aştiyê dixwazin." Ayşe Çîçekê jî got: "Êdî bes e ji vê îşkenceyê re! Em vê tecrîdê û vî şerî naxwazin. Ger tecrîd rabe, dê şer biqede. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe."    BANGAWAZÎ   Herî dawî jî Dayika Aştiyê Aynûr Yilmazê axivî û got: "Ev şer bi salan e didome. Gelek ciwan mirin. Gelek ciwan girtî ne. Tecrîd her diçe zêde dibe û li tevahiya girtîgehan belav bûye. Ez bang li tevahiya cîhanê û dewletan dikim; bila rojek berî rojekê xwe bidin ber vî barî. Bila tecrîd bi dawî bibe, girtîgeh bên valakirin û aştî çêbibe. Em dayik mil bidin milê hev du û aştiyê bînin."    MA / Mujdat Can