Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e 2022-12-22 13:40:31   MÊRDÎN - Rapora “hişê wî li cih bûye” ya têkildarî Pakistan Demîr a ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve li Kerboranê hatibû kuştin, pêşkêşî dadgehê hat kirin.    Li gundê Zergana bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve di 16’ê îlonê de Pakistan Demîr (34) ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve bi îdiaya ku “şalpeyê ji serê xwe kiriye” qetil kiribû. Ji sûcê “kuştina bi qestî ya jin û hevjînê” doz li Oner hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyada Mêrdînê hat lidarxistin. Malbata Demîr û parêzerên endamên baroyên Mêrdîn, Êlih û Amedê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Komeleya Jinan a Rosa û HDP’ê tev li danişînê bûn. Bi hêceta ku bersûc Oner li Nexweşxaneya Xarpêtê tedawî dibîne neanîn danişînê.    ‘HIŞÊ WÎ LI CIH E’    Di danişînê de şahid jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê ewraq hatin xwendin. Dadgehê diyar kir ku di rapora ji Nexweşxaneya Xarpêtê ya Nexweşiyên Rûh û Sinir hatiye têde “hişê wî li cih e” hatiye nivîsandin.    Piştre li şahidan hat guhdarkirin û şahidiya bûyerê kirin. Parêzeran û dozger xwestin biryara ku bersûc girtî bê darizandin bê dayîn.    Piştre dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku bersûc di danişînek din de li danişînê amade be û girtina wî bidome da. Dadgehê danişînek din taloqî 26’ê çile kir.