Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike 2022-12-23 09:10:01   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ku bi derfetine kêm dixebite, li Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan ava dike. Hevşaredar Adalet Fidan got ku ew ê projeyên bi vî rengî pêş bixin û wiha got: "Em ê li gorî daxwaz û pêwîstiyên civakê projeyên bi vî rengî bidomînin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de 3 jê şaredariyên bajarên mezin bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê 6 hevşaredar bi hinceta bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) hatine îxrackirin mazbatayên wan nehatibûn dayin. Ji van şaredariyan tenê 6 jê qeyûm tayînî wan nehatine kirin. Şaredariyên qeyûm tayînî wan nehatine kirin jî bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û her wiha ji ber deynên ji dema qeyûman mayî jî gelek caran nikarin bixebitin. Lê tevî hemû astengiyan jî yek ji şaredariyên HDP'ê ku qeyûm nehatiye tayînkirin, Şaredariya Silopiyaya Şirnexê xebatên xwe bênavber didomîne. Heta niha şaredariyê bi taybetî di qada jinan de û bi giştî jî di gelek qadan de xebatên girîng kirine. Şaredariyê niha jî projeya kompleksa sporê ya jinan çêkir. Projeya ku bi daxwaz û pêşniyara jinên Silopiyayê hatiye çêkirin, di warê werzîşê de her derfetê dide ber jinan. Şaredarî bi vê projeyê re jî sînordar nemaye, her wiha îhaleya Parka 8'ê Adarê ya jinan jî wergirt.    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidanê der barê her du projeyan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'PÊWÎSTÎ BI GUHDARÎKIRINA JINAN HEYE'   Fidan, anî ziman ku rêveberiyên xwecihî beriya ku projeyekê bidin pêşiya xwe divê guh bidin daxwazên gel û jinan û wiha axivî: "Weke rêveberiyên xwecihî projeyên jinê her tim ji me re tiştên sereke ne. Dema ku di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, qeyûman herî zêde xebatên jinan hedef girtin. Armanc tunekirina xebatên jinan bû. Dema ku em jî hatin hilbijartin me di taxan de bi jinan re civîn li dar xistin. Piştre me daxwaz û pêşniyarên wan di ber çavan re derbas kirin. Hemû projeyên ku me kirine û em ê bikin jî li gorî daxwazên jinên Silopiyayê ne. Pêwîstî bi guhdarîkirina jinan heye. Ji sedî 50'yê civakê jin in. Ya ku êş û jana civakê dikêşîne jin e û ya ku jiyanê diafirine jî jin e. Ji ber wê jî pêwîst e ku pêşniyarên jinan û daxwazên wan esas bên girtin. Em ji nîqaşên ku di meclisa jinan de me kirin jî, em gihîştin vê encamê. Her wiha Silopiya jî weke bajarê jinan hatiye binavkirin. Em jî bi wê hişmendiyê nêzîk dibin. Ji ber vê jî divê daxwazên jinan li ber çavan bên girtin."   CARA EWIL KOMPLEKSA WERZÎŞÊ YA JINAN TÊ ÇÊKIRIN   Bi domdarî Fîdan bal kişand ser projeya kompleksa werzîjê ya jinan û got ku ew ê bibe kompleksek ku jin bi rehetî lê werzîşê bikin û wiha behsa projeyê kir: "Dema em li tevahiya Silopiyayê digerin em dibînin ku cihekî ku jin biçinê lê werzişê bikin tune ye. Li vir gelek jin diçin nexweşxaneyan, ser diyetisyenan û tenê egzersîzan didin ber wan û dîsa ciheke ku biçinê lê werzîşê bikin tune ye. Cihên taybet hene û lê her jin nikare biçe van cihan. Ji ber ku di aliyê aborî de pirsgirêkên wan hene. Ji ber wê jî derfetên wan tune ne ku biçin. Projeya me ya kompleksa werzîşê dê li ser sê doniman bê çêkirin. Ango 3 hezar metrekare ye. Di nava vê projeyê de qadên werzîşê, goga pêyan, basketbol, voleybol hene. Di heman demê de hemû amûrên ji bo egzersîzan tê de hene. Her wiha ji bo avjeniyê jî hawiza avê tê de heye. Anku cureyên werzîşê ku pêwîstî pê heye tevahî di projeya me de cih digirin. Her wiha ji jinên xwedî zarok re odeyên zarokan jî dê bên çêkirin. Di heman demê de hawizek ji bo zarokan jî tê de heye. Di nava vê projeya me de kafeterya û park jî hene. Jinên ku werzîşa xwe dikin dikarin piştî wê bi zarok û hevjînê xwe re li parkê wextê xwe derbas bikin. Di heman demê de wê li vê kompleksê odeyeke girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan hebe. Jinên ku dixwazin piştgiriyê wergirin bi rêya wê dê xwe bigihijînin me û sûdê wergirin. Projeyeke pir berfireh e û di vê mehê de dê îhaleya wê bê çêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev projeya me dê di salekê de biqede û dest bi xizmeta jinan bike."    PROJEYA PARKA 8'Ê ADARÊ   Di berdewamê de Fîdan qala projeya Parka Jinan a 8'ê Adarê kir û diyar kir ku ev parq wê ji bo jinan bibe qadeke şînkatiyê û wiha pê de çû: "Em her projeyeke xwe bi erêkirina gel dixin meriyetê. Cihê ku Parka 8'ê Adarê lê bê avakirin jî Kolana Hunerê ye û di nava sûkê de ye. Li cihê wê avahiyek hebû. Berî ku em vê xebatê bidin destpêkirin me anketek çêkir. Me li 11 taxên Silopiyayê xebatek da destpêkirin. Di anketa me de, daxwaza cihê ku jin biçinê û wext lê derbas bikin herî zêde dihat xwestin. Beriya vê biryarê ew cihê ku em dixwazin parkê lê çêbikin weke qehwexaneyê dihat bikaranîn û tenê mêr diçûnê. Jinan nedikariya biçin wê derê çayekê jî vexwin. Di vê anketê de hat xwestin ku cihê ku bê çêkirin şîn be, ne beton be. Di encama vê anketê de me ev proje da pêşiya xwe. Ji bo navê wê jî me bi meclisa xwe re nîqaş kir û ji bo watedayinê me navê 8'ê Adarê lê kir. Her kes dikare biçe vê parkê lê bi taybetî parka jinan e. Ji bo hemû jihevcudakirina qadan em jî dibêjin divê jin li her qadê bin û her qad li gorî jinê bê çêkirin. Qada ku jin tê de nebe bêreng e. Di nava vê mehê de îhaleya wê dê bê çêkirin. Hedefa me ew e ku em wê di nava salekê de xelas bikin û jin bikaribin biçinê û lê birûnin."    'PROJEYÊN ME DÊ BIDOMIN'   Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku her proje û xebatek wan dê li gorî daxwaza jinan û gel pêk bê û axaftina xwe wiha qedand: "Xebatên me yên bi vî rengî wê bidomin. Gelek ji van di asta îhaleyê de ne. Yek ji van jî kreşa zarokan e. Kreşa zarokan jî daxwaza jinan bû. Bi giştî ji bo jinên karker kreş tên vekirin. Lê di projeya kreşa zarokan de ku me daniye pêşiya xwe jinên ku karê malê dikin jî dê bikaribin zarokên xwe bînin û di milê aborî de qels jî bin em ê alîkariyê bikin. Di heman demê de şewirmendiya me ya jinê qeyûm ew hîbeyî hin saziyan kiribû. Em cihê xwe dîsa ava dikin. Di wê şewirmendiyê de jî em ê hewşên konferansê çêbikin. Her wiha di bazara me ya jinê de jî me atolyeya jinê ava kir. Ew jî di nava mehekê de dê dest bi xizmeta jinên Silopiyayê bike. Ev jî bi daxwaza jinan çêbû. Dê têkiliyê me yên bi jinan re bidomin. Li gorî xwestek û daxwazên wan em ê projeyên çêbikin. Di heman demê de ev projeyên me dê ji bo ciwanan, zarokan û ji bo tevahiya gel bidomin."    MA / Zeynep Durgut