Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan 2022-12-27 18:17:22   ÎZMÎR - Jinên ku bertek nîşanî cezayê li kujer Onûr Gencer hat birîn dan gotin ku Wezîrê Karên Navxweyî jî di nav de heya hemû berpirs neyên darizandin dê bitêkoşin.    Îro danişîna biryardayînê ya doza Denîz Poyrazê hat lidarxistin. Dadgehê ji sûcê “kuştina sêwirandî ya biqesdî” cezayê heta hetayê, ji sûcê “xesar daye mal û milk” 4 sal, ji sûcê “destnedayîna xanî” 2 sal û ji sûcê “muxalefeta li dijî qanûna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujer Onûr Gencer birî.   Jin Bi Hev Re Bihêz in (KGB) a Îzmîrê, têkildarî biryara dozê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Denîz Poyraz nemir e", "Jin dê hesab ji kujeran bipirsin" û "Em soz didin Denîzê dê şoreş pêk bê" hatin berzkirin.    Li ser navê jinan Dîdar Gul axivî. Gulê diyar kir ku li nava Îzmîrê, li avahiya HDP'ê ku qereqol li ber wê ye Poyraz hat kuştin. Gulê bibîr xist ku ji wê rojê heya niha ji bo hesabpirsînê li qadan e û wiha got: "Em bi serîhildana Denîzê çêbûn. Îro danişîna 7'an a dozê hebû. 7 danişînin dewletê nîşanî me da bê ka neheqî û bêhiqûqîtî û dewleta mêr çawa ye."    Gulê destnîşan kir ku dadgeha hatiye danîn dadgeheke xapînok bûye û wiha got: "Kujerê Denîzê tenê ne Onûr Gencer e. Ên çek dan wî, ên li Sûriyeyê ew perwerde kirin û yên jê re gotin 'kekê min' kujer in. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî berpirs e û dê hemû bên darizandin. Denîz Poyraz ji ber ku jin bû, ji ber ku kurd bû û ji ber ku li ber xwe dida hat kuştin. Em xwişkên wê ne, em ê têkoşîna wê bidomînin. Helbet heya ku hemû berpirsên vê kuştinê neyên darizandin em ê li ber xwe bidin."