Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû 2022-12-29 12:03:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevalên Emîne Kara ku di encama êrişa li Parîsê de hate qetilkirin qala Kara kirin û wiha gotin: “Yek ji pêşengên Şoreşa Jinan a Rojava bû. Di avakirina sazî û dezgehên jinan de roleke mezin lîst û rê nîşanî me da.”    Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), di encama êrişa di 23’yê kanûnê ya li dijî Komeleya Çandê ya Kurdî ya Ahmet Kaya ya li Parîs a Fransayê de hate qetilkirin. Di êrişê de her wiha hunermend Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdurrahman Kizil jî hatin qetilkirin. Qetilkirina Kara, Perwer û Kizil weke “Komkujiya Duyemîn a Parîsê” hate pênasekirin.    Emîne Kara, di sala 1977’an de li gundê Helal ê Qileban a Şirnexê ji dayik bû. Gundê wan jî ji êrişên dewletê yên wê demê para xwe girt û di sala 1994’an de ji hêla leşkeran ve hate şewitandin. Li ser vê yekê malbata Kara û hinek şêniyên din ên gund koçber bûn. Kara ku ji zarokatiya xwe ve bû şahida zilm û zexta li ser kurdan, di sala 1988’an de tev li refên têkoşîna azadiyê ya kurdan bû.    LI DAIŞ’Ê TÊKOŞIYA   Kara ku yek ji pêşengên têkoşîna jinan bû, di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di eniyên herî pêş de cih girt û şer kir. Bi dehhezaran malbatên êzidî yên ku piştî êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2013’an de li dijî Şengalê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn pêşwazî kir û pêdiviyên wan bi cih anîn.    Kara, di Şoreşa Rojava de xebatên siyasî, rêxistinî û parastinê meşandin û di avakirina komun û meclisan de jî roleke mezin lîst. Piştî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûyî, derbasî Ewropayê bû. Hevalên Kara, têkildarî wê bi ANHA’yê re axivîn.    ‘REWŞENBÎREKA ŞOREŞGER BÛ’   Ji hevalên wê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bi van gotinan behsa rol û kesayeta Kara dike: “Kesayetên mîna Evînê di nava jinan û civakê de, hêvî û bawerî didan avakirin. Bi ruhekî welatparêzî û hezkirina ji civak, gel û jinan re tevdigeriya. Ew rewşenbîreka şoreşger bû. Zanista dîrokî û civakî bi kesayeta şoreşger re kiribû yek. Êşa civaka xwe rast dianî ziman. Evîn bi vî awayî mohra xwe li tevgera jinan û Şoreşa Rojava xist. Di avakirina sazî û dezgehên jinan de, çareserkirina pirsgirêk û azarên jinan de heval Evîn rol lîst.”   ‘EVÎNDARA WELAT Û JIYANÊ BÛ’   Bi domdarî Ehmed ev tişt anî ziman: “Li Akademiya ders didan, semîner bi gel re çêdikirin û civîn ji jinan re li dar dixistin. Bawer im ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Cizîrê wê xwedî li keda şehîd Evîn derkevin. Kesayetên jin ên mîna Jiyan Tolhildan, Zeyneb Saroxan, Zehra û yadê Eqîde yên ku bi keda heval Evîn hatine perwerdekirin, ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Tevî nexweşiyê jî her dem rûyê şehîd Evîn bi ken û bi hêvî bû. Bi rastî jî evîndara jiyanê bû, ji jiyan, erdenîgarî û xwezayê pir hez dikir. Evîndara welat û jinan bû. Evîndara zanistê bû, dixwest vê evîna xwe bi evîna ku Rêber Apo di kesayetê jinan de daye avakirin rast pêk bîne.”   BANG LI HIKÛMETA FRANSAYÊ KIR   Ehmed, da zanîn ku Kara ji bo dermankirinê derbasî Ewropayê bû û wiha got: “Hikûmeta Fransayê mafê penaberiyê nedida wê lê hevala Evîn ev yek bo xwe nedikir xem. Beriya ku were şehîdxistin, Evîn û du hevalên ku pê re şehîd bûne ji bo bîranîna Komkujiya 9`ê Çileyê amadekariya komxebatê dikir. Heke hikûmeta Fransayê bi rastî dostaniya kurdan dike, wê demê dê rastiyan eşkere bike. Çîroka ku dibêje kujer mirovekî nexweş e, senaryo ye. Şahidekî bûyerê gotibû 45 deqeyan cenazeyên her 3 şehîdan di cih de man, ji ber windakirina xwînê şehîd bûn. Ji bo derxistina rastiyan em ê şopdarê hevala Evîn bin.”   ‘RASTÎ Û HEQÎQETA GELÊ KURD BI MIN DA NASKIRIN’    Ji hevalên Kara, Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif jî qala wê kir. Perwîn Yûsif da zanîn ku Kara ew fêrî alfabeya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” kiriye û ev tişt anî ziman: “Ez bi bîr û bawerî tev li şoreşê kirim. Rastî û heqîqeta gelê kurd bi min da naskirin. Nîşanî me da bê ka jin dikarin çawa pêşengtiyê bikin. Wêrekiyeke mezin di hundirê me de ava kir. Ji me re digot; ‘Şerm e ku hûn li cihekî kedê bidin lê nekarin keda xwe vebêjin. Ked, ne tenê reva ji deveran e. Divê hûn keda xwe binirxînin da ku bizanin bê ka we li kîjan deverê kêmanî kiriye, wê demê wê kêmanî jî holê bê rakirin.’ Bi şehadeta heval Evîn re derbekî giran li tevgera jinan û tevgera kurd hate xistin. 10 sal berê jî heman tişt li Parîsê hate kirin. Gelê kurd dijminê xwe nas dike. Dijminê me dewleta tirk e ku li her deverê kurdan hedef digire.”