Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir 2023-01-03 14:23:08   ÎZMÎR - Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêk tên, çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger a 10 rojan dane destpêkirin.    Girtiyan li dijî hejmartina li ser piyan, kûrkirina şertên tecrîdê, sînorkirinên pirtûkan, destûrnedayîna cihê hewadariya hevpar, li Girtîgeha Jinan a Şakranê, çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger a 10 rojan dane destpêkirin.    Ewilî nivîskar Leyla Saraç dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo hişyariyê hatiye destpêkirin kir.