EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê 2023-01-03 16:21:56   ENQERE - EŞÎK, têkildarî pêşniyarqanûna ji bo dersokê ku li Meclisê hevdîtinê wê tên kirin çû serdana HDP’ê.    Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) çû serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan. Serdan li Navenda Giştî ya HDP’ê çêbû û di şandeya EŞÎK’ê de Ece Onursal, Tuba Çamelî, Halîme Guner, Berrîn Sonmez û Sevîlay Çelenk hebûn. Şande ji hêla Buldan û parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy û Şevîn Coşkun ve hate pêşwazîkirin.    Şandeyê daxwazên xwe yên têkildarî “Peşniyarqanûna Têkildarî Dersokê” ya ku AKP’ê pêşkeşî Meclisê kirî ragihandin. Ji şandeyê Berrîn Sonmez da zanîn ku ketina wan a Meclisê hatiye qedexekirin û diyar kir ku ew raste rast ji vê pêşniyarqanûnê re dibêjin “Na.”