Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn 2023-01-12 13:41:01 ÊLIH - Li Êlihê Ahmet D. bi çekê êrişî Ezîze G ku dest ji hev berdabûn, birayê wê û biraziyê wê kir. Di êrişê de Ezîze G. û biraziyê wê birîndar bûn, birayê wê jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Korikê ya navendî ya Êlihê Ahmet D. piştî ku bi Ezîze G. a dest ji hev berdabûn, birayê wê Azîz G. û biraziyê wê Recep G. re nîqaş kir, bi çekê êrişî wan kir. Di êrişê de Azîz G. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Xetereya jiyanê ya Ezîze G. û Recep G ên bi awayekî giran birîndarkirî rakirin nexweşxaneyê didome.    Hate hînbûn ku Ahmet D. hêj nehatiye binçavkirin.