Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket 2023-01-16 11:40:34   ENQERE - Derket holê ku kesê bi navê Yildirim S. ku 6 meh piştre ji ber mirina Zerrîn Kiliç hate girtin, biraziyê parlamenterê MHP’ê ye.    Jina bi navê Zerrîn Kiliç a 36 salî li Eskîşehîrê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mirina Kiliç lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de geşedaneke nû çêbû. Kiliç ku bi hevalê xwe Yildirim S. re dijiya, di şeva 20’ê hezîranê de ji paceya qata duyemîn a avahiyê ku lê dijiyan kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Yildirim S. hatibû binçavkirin û piştre dîsa hate berdan. Piştî ku mijar dîsa bûye rojev, Yildirim S. di 11’ê çileyê de hate girtin. Hat zanîn ku Yildirim S. biraziyê Parlamenterê MHP’ê yê Eskîşehîrê Nûrûllah Sazak e. Lê ev rewş ji çapemeniyê hate veşartin.    DELÎL JI ATK’Ê RE NEHATIN ŞANDIN   Hat zanîn ku li gel ku bi ser re 6 meh derbas bûne jî delîlên hatine berhevkirin ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re nehatine şandin.