Li Colemêrgê mirineke bi guman 2023-01-24 22:18:40   COLEMÊRG - Li Colemêrgê dayika 2 zarokan G.C. bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Hat diyarkirin ku dayika du zarokan G.C. di saetên şevê de li mala xwe ya li Taxa Bûlakê ya li navenda Colemêrgê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn  ku G.C. ji ber sedemeke nayê zanîn, xwe kuştiye.   Piştî kar û barên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, cenazeyê G.C. wê li goristana li Serê Solan bê veşartin.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.