Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin 2023-02-01 20:00:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.   Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna LI Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan bîlançoya şîdetê ya sala 2022’yan eşkere kir. Rêvebera Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan Fînik Şefîqeyê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2022’yan de 15 hezar û 895 dosyeyên şîdeta malbatî li saziya wan hatine tomarkirin ku ji van dosyeyan 15 hezar û 160 jê şîdeta li hemberî jinan bûne û 459 jê jî dosyeyên taybet ên malbatan bûne.   Li gorî bîlançoyê heta niha 4 hezar û 946 dosye tên lêkolînkirin û 8 hezar û 643 dosya hatine çaresekirin û ji wan 2 hezar û 605 jê ji dadgehê re hatine şandin.   Bîlançoya şîdeta 2022’yan wiha ye:   Şîdeta fîzîkî (lêdan) 3 hezar û 515   Şerkirin, 3 hezar û 403   Gefxwarin û tacîza jinan, 2 hezar û 609   Nesadiqbûna zewacê, 539 bûyer   Şîdeta devkî, 420   Xapandin, 267 bûyer   Ji malderxistina jinan, 432 bûyer   Fînik Şefîqeyê eşkere kir ku par 2 hezar û 555 jinan serî li Navenda Şêwirmendiya Malbatî dane û 7 hezar çalakiyên hişyariya li beramberî şîdetê hatine kirin.   Şefîqeyê destnîşan kir ku ji ber şîdetê biryara girtina 4 hezar û 437 kesan hatiye dayîn û ji van 3 hezar û 561 bikerên şîdetê hatine girtin.   Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.