Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin 2023-02-20 15:51:33   MEREŞ - Zêmarên kurdî yên Leyla Sûna ya 80 salî dilorîne ji konbajarê li Narliyê bilind dibin.    Li bajaroka Narli ya girêdayî navçeya Bazarcix a Mereşê gel li konên ku ji aliyê sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û AFAD’ê ve hatine danîn dijîn. Li konbajarê hatiye danîn zemarên Leyla Sûna ya 80 salî ku li wê derê bi gopalê xwe ve dimeşê dilorîne bilind dibin. Sûna ku li ser kursiya danî nava konbajêr di nava hesirên çavan de serpêhatiyên xwe vegotin anî ziman ku tiştên jiyayî wê qet ji bîr neke.    MA / Dilgeş Ruvanas