Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike 2023-02-28 09:00:56   NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevka TAJÊ Hemşê Elî diyar kir ku jinên êzidî yê ku di wargehên PDK’ê de dimînin radestî DAIŞ’ê tên kirin û got: "Nizanin ku cih û warên wan kîjan in. Xwe û rastiya xwe nas nakin, ji ax, war û nasnameya xwe tên dûrxistin."   Di 3’yê tebaxa 2014’an de di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de ya li ser Şengalê, bi dehan jinên êzidî hatin qetilkirin, bi dehan ji wan dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Gelek jinên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin, vegera wan a ber bi Şengalê ve hat astengkirin û di wargehan de ku di bin kontrola PDK’ê de ne, hatin bicihkirin. Jinên ku ji hovitiya DAIŞ’ê rizgar bûn, vê carê jî rastî zilma PDK’ê hatin. Wargehên PDK’ê ku ji jinên êzidî re bûne girtîgehên vekirî, heta niha bûne sedema mirina gelek jinan. Gelek jinan dawî li jiyana xwe anî û gelek ji wan jî hatin revandin. Herî dawî di wargehê de 2 jin ji hêla PDK’ê ve hatin revandin û ev hefteyeke aqûbeta wan nayê zanîn.     Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hemşê Elî, der barê polîtîkayên PDK'ê de ku li wargeha êzidiyan li ser jinan dide meşandin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   ‘PDK WAN RADESTÎ DAIŞ’Ê DIKE’   Hemşe Elî bi lêv kir ku PDK jinên ku di wargehên di bin kontrola wan de dimînim radestî çeteyên DAIŞ’ê dike û wiha axivî: "Di fermana herî dawî ya sala 2014’an de PDK’ê plan kiribû ku êzdiyan tune bike. Lê belê ew plan vala derket. Piştî fermanê bi hezaran êzidî koçberî axa wan bûn û PDK’ê bi taybetî li ser jinan planek xiste dewreyê. Jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin piştî demekê bi alîkariye PDK’ê dîsa  diçin gel DAIŞ’ê. Erebên ku derdora Şengalê pîranî tevlî DAÎŞ’ê bûn. Lê dîsa jî ew jinên ku rizgar dibin nayên Şengalê û berê xwe didin wargehên PDK’ê. Lêbelê ew jin bi riyên cuda radestî çeteyan tên kirin. Beriya fermanê Şengal di bin kontrola PDK’ê de bû. Wan em êzidî firotin ev jî bû sedem ku axa me bê dagirkirin. Bi hezaran jin û keçên êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Gelek ji wan jî hatin qetilkirin û bi sedhazaran ji wan jî koçber bûn û belavî dinyayê bûn. Ev hemû jî sucê PDK’ê bû."    ‘BERÊ JINÊN ÊZIDÎ DIDIN DERVE’   Hemşê Elî destnîşan kir ku PDK li dijî jinên êzidî siyaseteke hovane dimeşîne û jinên êzidî ji çand, bawerî û exlaqê xwe dûr dixîne û wiha domand: "Jinên ku niha di wargehên PDK’ê de dimînin gelek zehmetiyan dikêşin. Di van wargehan de bi sedan jinan xwe kuştine. Sedemê xwe kuştina wan jî dîsa her PDK bû. Niha di navbera malbatên êzidiyan de aloziyan û nakokiyan derdixin. Ev hemû li ser jin û keçên êzidiyan xeteriyê tîne. Jinên êzidî ev 9 sal in di wan wargehan de esîrên dijminê xwe ne. Di bin desthilatdarî û zilma PDK’ê de ne. Hişmendiya xwe li jinên êzidî didin ferzkirin. Berê jinên êzidî didin derve û heqeretê li civaka êzidî dikin. “   ‘ZAROKÊN ÊZIDÎ WARÊ XWE NIZANIN’    Elî da zanîn ku ji bo ku jin ji nasnameya xwe dûr bikevin vegera wan a Şengalê tê astengkirin û wiha domand: "Çima vî tiştî tinin serê civaka êzidî? Di wargehên PDK’ê de heta niha 10 jinan dawî li jiyana xwe anîne. Gelo çima kesek hesaba vê ji PDK’ê naxwaze? Heger ku ev zextên xwe yê li ser Şengalê bi dawîkiriban dibe ku gelek ji wan jinan vegeriyaban. Gelek kes ji ber ku malên wan xerabe ne nikarin vegerin mala xwe. Gelek ji wan dixwazin vegerin lê ji ber planên PDK’ê û astengiyên PDK’ê venagerin. Ev kes dixwazin ku vegerin ser ax, av û cihê xwe. Niha ev zarokên ku li wargehên başûr mezin dibin hûn jê  pirs bikin ji kurin, nizanin cihê wan ,axa wan ku de re. Ev metirsiyeke mezin e. Nizanin ku cih û warên wan kîjanin. Xwe û rastiya xwe nas nakin. Ev 9 salê ku di wan wargehan de zehmetiyan dikêşin. Bi sedan koneyên ku tê de diman zarokên wan di nav wî agirî de şewitîn. “   ‘JINAN JI AX Û NASNAMEYA WAN DÛR DIKIN’   Berdevka TAJÊ Hemşê Elî got ku vegera jinan a ber bi Şengalê ve heman demê de vegera xwebûnê ye û ev tişt got: "Em weke TAJÊ bi hemû derfetên xwe alîkariye jinên di zor û zehmetiyê de bikin. Em ê xwe bigehînin wan jina û pêwîstiyên wan bi cih bikin.Divê jinên ku ji hêla PDK’ê ve ji axa xwe û nasnameya xwe hatine dûr kirin dîsa vegerin ser ax û warê xwe ku nasnameya xwe nas bikin.Jin ji mêr bêtir bi axa xweve girêdayî ne. Li polîtikayên ku  li ser jinê tên meşandin ji axa wê qut bike û dûr bike. Gelek  kes dixwazin vegerin, lê siyasete dijimin nahêle vegerin, berê wan didin koçberiyê û rêyên şaş. Heta ku ev jin venegerin ser cih û warên  xwe û nav civake xwe de wê nikaribin bijin. “   BANGA JI BO VEGERÊ    Hemşê Elî daxwaz kir ku jin li şûna ku biçin wargehên PDK’ê bila vegerin Şengalê û ev bang kir: "Banga me ji hemû jinan re heye; bila li axa xwe vegerin. Ger em li ser axa xwe bin emê xwe ji her plan û êrîşên wan bikaribin xwe biparêzin.”