TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin 2023-02-28 14:13:39   WAN - Jinên ku ji bo jin û zarokên Meletiyê alîkarî şandin, li pêşiya Komeleya Jinan a Starê kom bûn û wiha gotin: “Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, qoliyên alîkariyê yên ji bo jin û zarokên herêmên erdhejê amade kiribûn şandin Meletiyê.    Beriya şandina kamyona alîkariyê, jinan li Komeleya Jinan a Starê daxuyanî da.    Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun axivî û wiha got: “Di çarçoveya ‘kampanyaya Piştevaniya Jinan’ de me qoliyên alîkariyê yê ji bo jin û zarokan amade kirin. Weke TJA’yê em ê bi ruhê piştevaniyê tevbigerin û ji bo dermankirina birînan li herêmên erdhejê bin. Em ê birînên jinan bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ derman bikin.”