Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin 2023-03-01 14:14:50   ENQERE - Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê parve kirin û gotin: "Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û bi hêrsa xwe ji nû ve bihonînin. Em ê li herêmên erdhejê bi mexdûrên erdhejê re bin."    Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran a Cemaweriyê (KESK) bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kirin. Jinên Keskî bi dirûşma “8'ê Adarê ji bo Jinan Roja Hevgirtin û Têkoşîn û Yekitiya Navneteweyî ye” li Enqerê eşkere kirin. Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher metna daxuyaniyê xwend.    BANDORA ERDHEJÊ    Done di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser erdhejên ku pêk hatine û wiha got: "Di 20’ê Sibatê û 6’ê Sibatê de erdhej pêk hatin û bandorê li 11 bajaran kir. Ev erdhej dema me amadekariyên 8’ê Adarê dikir pêk hat. Polîtîkayên baviksalarî yên kapîtalîst guh nade mirov û xwezayê, bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî helwesta desthilatdariya siyasî ya ku berpirsyariya xwe ji nedîtî ve tê û weke karesata xwezayî bi nav dike, hemû berpirsyariyê dixe stûyê xwezayê û bi qederê ve rave dike, em dibêjin windahiyên tên jiyîn encama polîtîkayên kapîtalîzmê yên dijminatiya xweza û mirovahiyê ne."   Done di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên îktidarê, helwest û nêzîkatiya ku di erdhejê de pêk hatine û fetvayên Serokatiya Karê Diyanetê jî anî ziman û diyar kir ku Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî jî li dijî fetvayan bêdeng man.   KARESATA ERDHEJÊ   Done di daxuyaniyê de bal kişand ser encamên ku piştî erdhejê derketîn holê û wiha axivî: "Bi erdhejê re bêkarî zêdetir bû, xizanî her çû zêde bû, newekheviya di navbera zayenda bêtir li pêş ket. Di her qadên jiyanê de êdî ewlehiya jinan nemaye û ev tişt jî dê bibe sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan. Li dijî vê yekê divê bêtir têkoşîn û piştevanî pêş bikeve."   DÊ DI 8’Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN    Done destnîşa kir ku bi minasebata 8'ê Adarê Konên Koordînasyona Jinan a KESK'ê li herêmên erdhejê ji bo jinan xwe bi rêxistin kirin û xebatên taybet dan meşandin. Done da zanîn ku di 2 û 5'ê adarê de li Hatay, Îskenderun, Semsûr, Bazarcix, Narli, Îslahiye û Meletiyê bi jinan re xebat didin meşandin. Done anî ziman ku dê di 8'ê Adarê de bi platformên jinan li dijî polîtîkayên îktidarê bi dirûşma 'Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û hêrsê ji nû ve bihûnînin’ dê li qadan bin.