Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye 2023-03-01 16:14:27   WAN - Hat îdiakirin ku li Wanê Çîgdem Cansiz a 18 salî întîhar kiriye.    Li taxa Karşiyaka ya navçeya Tûşbaya Wanê hat îdiakirin ku Çîgdem Cansiz (18) duh bi şev întîhar kiriye. Li gorî tê gotin, Cansiz xwe ji ser xanî avêtiye û dawî li jiyana xwe ji aniye. Tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û di mudaxileya ewil de hat diyarkirin ku Cansiz miriye.    Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.