Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin 2023-04-09 12:14:48   MEREŞ - Jinên elbistanî berhemên xwe yên keda destan li ser hesaba Piştevaniya Jinan a Elbistanê didin nasîn û difiroşin.    Di erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê de wêraniyeke mezin çêbû. Jinên bûne mexdûrên erdhejê, bi rêya piştevaniyê hewl didin birînên xwe derman bikin. Di erdhejê de hilweşîneke mezin li Elbistanê jî çêbû û jinên elbistanî bi xebatên karê destan hewl didin travmaya li ser xwe biavêjin û hem jî hewl didin ji hêla aborî ve xwe komî ser hev bikin. Jinên bûne mexdûrên erdhejê berhemên keda destê xwe, bi rêya jinên dilxwaz li ser hesabên medyaya civakî didin ber firotinê.    Ji bo firotina berhemên jinên elbistanî, li ser medyaya civakî bi navê “Piştevaniya Jinan a Elbistanê” hesabek hatiye vekirin û berhemên jinan li ser vê hesabê tên firotin. Ji damezirînerên Piştevaniya Jinan a Elbistanê Guher Durmaz û Cansu Kîper berhemên jinan afirandine didin naskirin û hewl didin bifiroşin.    LI ELBISTANÊ PIŞTEVANIYA JINAN   Guher Durmaz, got ku ji bo piştevaniyê hatine navçeyê û ev tişt anî ziman: “Derfetên xebatê yên jinan pir kêm in. Me dît ku gelemperî li malê ne û bi keda destê xwe hewl didin hinek tiştan çêbikin. Ez bi xwe jî bi karê destan eleqedar im. Ji bo ku piştevaniya me domdar be, me rûpela Piştevaniya Jinan a Elbistanê vekir.  Banga me ji bo jinên elbistanî ew e ku xwe bigihînin me. Em jî ji bo berhemên wan bigihînin her kesî, ya ku ji destê me tê em ê bikin.”     Cansu Kîper jî anî ziman ku berhemên karê destan şêweyekî xweîfadekirinê yê jinan e û wiha domand: “Jin, di heman demê de bi rêya van berhemên xwe hestên xwe vedibêjin. Ji bo tiştên ku jinên vê derê çêkirin û yên dê çêbikin bidin naskirin, me hesabek vekir. Ev hesab ji bo kirîna berhemên wan, ji bo piştevaniyê, ji bo afirandina derfetên debarê û teşwîqkirinê hatiye vekirin. Lewma em dixwazin ku her kes bişopîne û piştgiriyê bide. Pêdiviya herî mezin ew e ku ev kes xwe bi tenê hîs nekin.”   DAV BI DAV HÊVIYÊ DIRÊSIN   Bi domdarî Kîper diyar kir ku hewl didin di jinûveavakirina Elbistanê de cih bigirin û wiha pê de çû: “Em; hem ji bo parvekirina êşê, hem ji bo dîsa dest bi afirandinê bikin û hem jî ji bo daxilî jiyanê bibin van xebatan dikin. Hilberîn, li jinan baş tê. Ji bo dav bi dav xeyala pêşerojê bikin, ji bo ji rojên xweştir bawer bikin û ji bo hewldanan vê, hilberîn dibe wesîleyek.”      BANG LI JINAN KIR   Di berdewamê de Kîper ev bang li jinên elbistanî kir: “Em ji bo nirxandina keda hemû jinên li Elbistanê hildiberînin, yên karê destan dikin û kedê didin re hatin bahev. Em di konê Dilxwazên Karesatê yê li rex cemxaneyê dimînin û yên dixwazin dikarin xwe bigihînin me. Her wiha dikarin li ser rûpela ‘Elbistan_kadin_dayanismasi’ xwe bigihînin me.”   MA/Yûsra Batûhan