Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin 2018-04-11 09:27:40 STENBOL - Komeleya BizBizze, bi armanca piştgiriyê bidin, peyaner, jin û dildarên jiyana civakî û aborî, lez dan xebatên xwe. Seroka Komeleyê Ozden Anik Tekîr, diyar kir ku jinên dixwazin karekî saz bikin dê bi dildarî û kêfxeşî bibin alîkar.  Komeleya BizBizze, bi armanca piştgiriyê bide jin, peyanêr, xebatkar û dildarên jiyana aborî û civakî, salek berê Komeleya Piştgirî û Fikrê ya ji bo Jinan ava kirin. Jinan bi armanca xwe bigînin hemû jinên çar aliyên Tirkiye û ji bo sazkirina kar bibe alîkarê wan dest bi xebatan kirin. Komele ji bo hêz û hunerê jinan a di qada aborî û hilberînê de bi rêxistin bike lez dan xebatên xwe. Gelek jinên tev li bernameyên penaneriyê dibin, derfetên kar ji wan re ava dikin. Di qada rêberî, perwerde, şêwirmendî, komên piştgiriyê, xizmetên dîtina kar, xebatê dimeşînin. Komeleya ku bi 7 rêveberan xebatê dike, rastî eleqeyek mezin tê. Jinên ku dixwazin kar bi dest bixin divê qeyda xwe li komeleyê bikin. Qeyda serdema nû ya Komeleya BizBizze di 5'ê nîsanê de dest pê kir.  Serlêdana qeydan dê heta 24'ê Nîsanê bidome. Jinên ku dixwazin ji xizmeta komeleyê sûdê bigirin dikarin bi riya înternetê li ser lînga "www.bizbizze.com" aahî bistînin. Seroka Komeleya BizBizze Ozden Anik Tekir der barê xebatên komeleyê de agahî dan.    ‘EM DIXWAZIN XEBATA XWE LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BIKIN'   Tekîr, anî ziman ku weke peyanêrek civakî ketin rê û wiha got: "Em dixwazin vê projeya xwe li tevahiya Tirkiye belav bikin. Em dixwazin jinên ku dixwazin bibin peyanêr û hewldanên xwe yên kar mezin bikin destekê bidin wan. Em dixwazin di her qadê kar û avakirina kar de piştgirî û perwerde bidin. Jin dixwazin di gelek qadên cuda de bixebitin. Ji bo jinên ku dixwazin bibin xwedî kar û peyaner bernameya me ya perwerdehiyê heye. Em dê di meha Gulan û Heziranê de perwerde bidin. Dîsa em dê di serdema Îlon û Cotmehê de perwerdehiyan bidin. Piştî ku jin di perwerdehiyê re derbas bûn em dixwazin wan tev li pratîkê bikin. Em dixwazin vê yekê li hemû bajaran belav bikin. Ger ku jin huner û hêza xwe derxe holê û xwe pêş bixe dê pêşeroja jinê jî pêş bixe.    BI HEMÛ KOMELEYÊN JINAN RE KETIN TÊKILIYÊ    Tekîr, anî ziman ku jibo xwe bigînin hemû jinan bi hemû komeleyên jinan re ketine nava dan û stendinê û wiha got: "Hewldan û penanêrî karekî wêrekî û cesaretê dixwaze. Divê jin bersîva pirsa xwe bidin. Dixwazin çi karî bikin. Sala par gelek beşdarên me xwendekarên zanîngeh xelas kiribûn. Jinên xwedî tecrûbe bûn. Her jin dikarin li gorî xwe karekî bikin û hunerek wan heye. Komeleya le li ser esasê dildariye xebatê dimeşîne. Piştevani û şewirmendiye pêş dixe. Em ji wekheviya zayendiya civaki bawer dikin. Em bewer dikin ku jin dikarin li her qadê jiyane hebin u dikarin li her qadê jiyanê hilberînê bikin û kar saz bikin. Em dixwazin peyama jin jî hene û jin jî dikarin kar ava bikin bidin mêr. Divê vê yekê bibînin û bawer bikin.    MA / Necla Demir