Bi hinceta ‘heqaret’ li Mûsa Orhan kiriye ji bo Hazal Kaya ceza hat xwestin 2023-04-19 14:18:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Derheqê lîstikvan Hazal Kaya de bi îdiaya “heqaret” li faîlê tecawizê Mûsa Orhan kiriye îdianame hate amadekirin û ji bo Kaya 2 sal û 4 meh cezayê hefsê hate xwestin.    Çawişê pispor Mûsa Orhan li navçeya Qubîn a Êlihê destdirêjî li jina ciwan a 18 salî Îpek Er kir û rê li ber întîharkirina Er vekir.    Bi hinceta ku li ser medyaya civakî “heqaret” li faîlê tecawizê Mûsa Orhan kiriye, derheqê lîstikvan Ezgî Mola de doz hatibû vekirin û Mola tê darizandin. Lîstikvan Hazal Kaya jî li ser medyaya civakî piştgirî dabû Molayê. Li ser vê yekê parêzerê faîlê tecawizê Orhan ê bi navê Mehmet Erkan Akkuş giliyê Kaya kir û lêpirsîn hate destpêkirin.    Lêpirsîn hate temamkirin û derheqê Kaya de bi hinceta “bi parvekirineke bideng, nivîskî yan jî bidîmen yekser heqaret kiriye” îdianame hate amadekirin. Ji bo Kaya 2 sal û 4 meh cezayê hefsê hate xwestin.    Di îdianamayê de îfadeyên Kaya jî cih girt. Kaya, got “bûyereke ku wijdana raya giştî êşandî ye” û wiha dibêje: “Min gelek caran nameya Îpekê ya bi gotina; ‘Ez 18 salî me û li gund dijîm. Mûsa, ew xeyalên min, jiyana min, hêviyên min têk bir, ez qirêjî kirim û dinyaya min bi serê min de hilweşand’ dest pê dike û îstîsmara zayendî bi hûr û kûr vedibêje xwend. Kesê ku bûye sedema vê bûyerê, yê ku bi kar anîna raye û hêza dewletê jê re afirandî hemû xeyalên jineke ciwan têk birî û rê li ber mirina wê vekirî; di mijara şerev û heysiyetê de pir hesas tevdigere. Ji xwe ne wê roja ku min ew twît parve kirî û ne jî niha min ev yek qet fêm nekir bê ka çima wiha hesas e. Ez, xwe parçeyeke pergala hiqûqê ya ku ji gotina tecawizkar a ji bo tecawizkarekî sûc dibîne nabînim.”    'NE FAÎL LÊ KESÊN TIŞTÊN PÊWÎST DIBÊJIN TÊN CEZAKIRIN’    Kaya, diyar kir ku di berteka xwe de mafdar e û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan, îstîsmara zayendî û tundiya zayendî divê qanûnên heyî bi awayekî herî bandor bên cîbicîkirin. Di vê mijarê de jî dizanim bê ka zexta raya giştî çiqas girîng e. Weke lîstikvanekê di van mijaran de her tim hewl didim dengê xwe bidim bihîstin. Di mijarên tundiya li dijî jinan de ne faîl lê kesên li dijî wan tiştên pêwîst dibêjin tên cezakirin. Nerazîbûna min a li dijî pergaleke darizandinê ya wiha, nabe mijara darizandinê.”    Kaya, tawanbariya lê tê kirin red kir û got ku hesaba twît li ser hatiye parvekirin jî ya wê ye.    Di îdianameyê de qala rapora lihevanînê û hat diyarkirin ku aliyan li hev nekirine.