Xebatên ji bo meşa jinan didomin 2023-04-19 22:47:29   ŞIRNEX- Partiya Çepên Kesk, ji bo beşdariya li meşa jinan ku dê di 24'ê Nîsanê de li Cizrê bê lidarxistin de, bang kir.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, dê di 24'ê Nîsanê de li Qada Newrozê de bi dirûşmeya “Dîsa jin, dîsa jiyan” mîtînga jinan bê lidarxistin. Îro ji bo mîtîngê li Kolana Hunerê ya Cizîrê bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, aktivîstên TJA’yè, rêxistina HDP’ê û partiya Çepên Kesk ên navçeyê belavok hatin belavkirin û ji bo beşdariya li mîtîngê gazî jinan hat kirin.    Di dema belvakirina belavokan de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê hat kirin û û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.