Bi piştevaniya jinan bûn xwedî kargeh 2018-04-13 09:15:22 DERSIM – Dêrsîmî eleqeyeke zêde nîşanî nanê şikeva yê tenik ên ku Gulgen û Neşe Ataşê çêdikin didin. Nanê tê çêkirina heta derveyî welat diçe û piştevaniya van jinan ji bo gelek jinan dibe mînak. Li Dersimê jintiyên hev Gulgen Ateş û Neşe Ateş, cihek vekirin û lê nane şikeva yê aîdî herêma Dersimê çêdikin. Li kargeha nane şikeva 5 jin dixebitin. Kargeh her sibeh saet di 04.00’an de vedibe û êvarî saet di 20.00’an de tê girtin. Rojê nêzî 600 nan tê sîparîşkirin. Lê belê nanê tê çêkirin tenê ne li Dersimê, li gelek bajaran û derveyî welat jî balê dikêşe û eleqeyeke zêde ji bo nane şikeva yê aîdî herêma Dersimê heye.    Neşe Ateş diyar kir ku 10 salin wê li gelek deverên cuda nanê şikeva yê tenik vekiriye û ev demeke wê û jintiya xwe tev de kargehek vekiriye. Ateş diyar kir ku ew serê sibehê saet di 04.00’an de tên û got: “Karê ku ez dikim her çend zehmet be jî, ji ber ku kargeha min e bi kêfxweşî dikim. Her wiha nanê ku em çêdikin tenê ne li Dersimê li gelek welatan eleqe ji bo wî heye. Lê belê em herî zêde difiroşin navenda Dersim û navçeyên wê.”  Ateş, diyar kir ku li kargehê jin pêşengtiyê dikin û got: “Bi piranî mêr li firinan dixebitin, lê belê yê hevîr distrên jin in. Ji ber vê teqez divê jin hem li cihê nançêkirinê hem jî yê firotinê bin. Her wiha nanê ku jin çêdikin paqijtir in.”    Gulgen Ateş jî, diyar kir ku berê wê nizanibû nanê şikeva yê tenik vebike, lê belê piştî ku jintiya wê pêşniyar kiriye hewl daye. Ateş bi lêv kir ku bi piştevaniya jinan bûne xwedî kargeh. Ateş got, ev rewş tesîrê li gelek jinan dike û ji ber vê ji bo jinan bûye model. Ateş, destnîşan kir ku karê ku ew dikin jinan teşwîq dike û got: “Eger jin bixwazin dikarin her karî bikin. Jin çi karî bikin paqijtir dikin. Ji ber vê divê di her qadên jiyanê de jin pêşengtiyê bikin.”    Ateş, anî ziman ku nanê şikeva yê tenik ku ew çêdikin aîdî herêma Dersimê ye û got: “Ji gelek welatan sîparîş tên. Li gel vê armanceke me jî ew e ku heta ji destê me tê em edata nane şikeva yê tenik ê herêma xwe jîndar dikin.”    MA / Semra Turan