Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir 2023-05-13 17:14:09       AMED - Dadgehê cezayê muebeda giran li Hasîp Akbûlût birî ku di sala 2019'an de li Bismilê Muteber Akbûlûtê qetil kiribû. Lê belê dadgehê bi hinceta "halê baş" cezayê kêm kir, veguherand cezayê muebedê.    Di 3'yê Mijdara 2019'an de li navçeya Bismilê ya Amedê Hasîp Akbûlût, hevjîna xwe Muteber Akbûlût qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi sûcê "kuştina bi qesdî" û "kuştina bi eziyet û hovîtiyê" der barê Akbûlût de îdianame amade kiribû.    Îro danişîna biryardayînê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Amedê hat lidarxistin.    Kujer Akbûlûtê girtî û parêzer tevlî danişînê bûn.    Dadgehê piştî beyanan biryara xwe eşkere kir û cezayê muebeda giran li Akbûlût birî. Lê belê dadgehê bi hinceta "halê baş" cezayê kêm kir, veguherand cezayê muebedê.