Hem şîfa ye hem debar e 2018-04-15 09:21:48 DERSIM - Jinên Dersimî bi hatina biharê re dest bi komkirina gîha û pincarên li çiyayê Dersimê şîn dibe, kirin. Jinên Pulûrê ku diçin pincarê kom dikin diyar kirin ku ev pincar hem şîfa ye û hem ji debar e. Bi hatina buharê re, pincarên li çiya û zozanên bilind şîn dibin, dibe debar û dermanê welatiyan. Pincarên ku pişti berf dihihe û hewa germ dibe şîn dibe hem xwezayê rengîn dike û hem jî ser sifreya welatiyan xweş dike. Yek ji erdnîgariya ku gelek cureyên nebat û rîvekên pincar lê şîn dibin navçeya Pulûr a Dêrsimê ye. Di van rojên meha Nîsanê de piştî pincarên wekî kereng, gulik, ribes, çahter, pûng, savur, kîvark, sîrik û gizer  mezin bûn jinên li gundan dijîn dest û bendên xwe badan û dest bi komkirinê kirin. Jinên ku pincar hem debar û hem jî tama sifre û şîfa dibînin dest bi komkirina pinçar kirin. Jinên li gundên Pulurê dijîn serê sibê kom dibin û diçin çiya û zozanên bilind û dest bi komkirina pincar dikin. Hem ji bo xwarina xwe ya salane û hem jî ji bo debar û şifayê pincar kom dikin.    Mutlu Aydogdu, diyar kir ku wê cûreyên giha û pincar ji dayika xwe fêr bûye û wiha got: "Navçeya Pulûrê di milê cureyên pincar û nebat de pir dewlemend e. Ji bo em kerengan kom bikin em serê sibê diçin komkirinê. Her çend komkirina wî zahmet me jî tam û fêdeyên wî gelek in. Gelek caran sitiriyên wî dikevin destê me. Komkirina wan gelek zahmet e. Em kîloya wan bi 7 tl difiroşin. Gihayê ji aliyê jinan ve tê komkirin eleweya wan gelek zêde ye."    Şenay Fîdan a 68 salî jî diyar kir ku ew Gulik kom dike û wiha got: "Li Dersimê komkirina gihayê bi şîfa êdî bûye çandek. Em niha dizanin kijan giha û pincar ji bo kijan nexweşiye derman e. Em ji dayikên xwe fêr bûn. Demsala biharê bi giha û nebatan dixemile. Hem xemla xwezayê, hem derman û hem jî debar e. Niha em tenê ji bo malên xwe kom dikin. Em pir ji xwezayê hez dikin. Xweza pereket e. Gelek cureyên nebatên din hene. Lê em nafê wan nizanin. Tenê yên ku em wan nas dikin em kom dikin.    Yeter Demir jî anî ziman ku her rojê diçin cureyek pincar kom dikin û wiha got: "Em di ve demsalê de li mal rûnanên. Em di demsalên bihar û zivistanê de li çiya û zozanan giha kom dikin. Karên derve dikin. Em berhemên xwezayî kom dikin. Em hem difiroşin û hem jî ji bo xwarina zivistanî kom dikin. Hem debar e hem jî derman e. Em hemû jin li hev kom dibin. Hem şêwirmendî pêş dikeve û em hilberînê dikin."    MA / Semra Turan